Li Îdirê êrîşî gorên PKK’yiyan kirin

Piştî ku li Wanê gorên gerîlayên HPG’ê hatin texrîbkirin û şûnde vê carê jî li Îdirê kêlên gorên gerîlayên ARGK’ê hatin texrîbkirin.

Gerîlayê ARGK’ê M. Emîn Çelîk, 27’ê Îlona 1995’an li gel 4 hevrêyên xwe di şerê li Îdirê qewimî de jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser wesyeta Çelîk cenazeyê wî li gel her 4 hevrêyên wî li Îdirê hate veşartin.

Malbat, 22 sal in ji Mersînê diçin Îdirê gora Çelîk ziyaret dikin. Di serdana dawî de malbatê dît ku bi tememî gor hatiye texrîbkirin. Navên gerîlayên ARGK’ê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn li ser kêlên goran hatiye jêbirin.

‘SALÊN 90’Î JÎ TIŞTÊN WIHA NEHATINE KIRIN’

Bıra Caşah Çelîk anî ziman ku têkildarî mijarê wê gilî bikin û got: “Li ser daxwaza birayê min li ser xaka ku li berde canê xwe feda kirî me li Îdirê veşart. Ji sala 1996’an û vir ve 27’ê Îlonê tên Îdirê. Me salên 90’î jî tiştên wiha nedîtin.”

‘GEL DEV JI AZADIYA XWE BERNADE’

Çelîk bibîr xist ku kêlên gorê hatine texrîbkirin û navên li s er hatine jêbirin wiha pêde çû: “Ev sîstem me ji nav gorê derbixe jî, bedenên me yên tazî teşhîr jî bike, bendenên me yên mirî bi erdê ve kaş jî bike, ev gel ji maf û azadiya xwe qed devjê bernade. Eger ku sîstem tola xwe ji gorekê dihilîne, bizane ew sîstem rizya ye têk çûye. Em dev jî vê bernadin. Ev êrîşên bi plan in, sîstematîk in; encamên polîtîkaya tên meşandine. Ez bang li malbatan dikim; divê em bi hev re tevbigerin. Nirxên me mîrasên me ne. Em ti demê netirsiyane û natirstin jî.”