Li Çelê û Xakurkê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê û Xakurkê çalakî kirin. Tespît bûyî leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da.

HPG'ê got bi çarçoweya Pêngava Şoreşer  a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên wan 12'ê Tebaxê çalakî li dijî artêşa TC'ê kirine.

Daxuyaniya HPG'ê bi bergenî berfireh wiha ye:

''Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoeşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 12’ê Tebaxê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

LI ÇELÊ WESAYÎTA LEŞKERÎ DERB XWAR, KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HENE

Hêzên me saet 15:50’an li dijî wesayîteke leşkerî ku ji navçeya Çelê ya Coelmêrgê ber bi qereqola Şîkerê re diçû bi taktîka sabotajê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta leşkerî derba giran xwar, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

LI GIRÊ ŞEKÎF LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Saet 20:00’an hêzên me li dijî yekîneyeka operasyonê ku li Girê Şekîf yê herêma Xakurkê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn rêzeçalakî li dar xisitn. Di van çalakiyan de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

LI GEVERÊ OPERASYON

Roja 11’ê Tebaxê saetên şevê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Kirê Kor yê herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Di vê opersyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar qewimî. Operasyona li herêmê didome agahiyên ku têkildarî opersayonê dema gihiştin destê me em ê bi raya giştî re parve bikin.

OPERASYONA LI NAVÇEYA ÊLKÊ YA ŞIRNEXÊ PAŞVE VEKIŞIYA

Roja 9’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Masîro yê navçeya Êlkê ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerinê didomine roja 10’ê Tebaxê saetên şevê bêyî ku encam bigre paş ve vekişiya.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI GUNDÊ ŞIKEFTAN YÊ GARE BARAND

Roja 11’ê Tbeaxê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet 23:00’an bombe li derdora gundê Şikeftan yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.''