Li Çelê çalakî: Herî kêm 6 leşker birîndar bûn

Hate ragihandin ku li Çelêya Colemêrgê li dijî herêma ku baregeha leşkerî lê heye, çalakî hate lidarxistin û herî kêm 6 leşker birîndar bûne.

Li gorî walîtiya Colemêrgê Herêma Baregehê ya Çiyayê Guvenê ya li Çelê bûye hedefa gerîlayan.

Li gorî walîtiyê çalakî di destê sibehê de pêk hatiye û hate îddîakirin ku 1 jê bi giranî 5 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk her dem tê sûcdarkirin ku windahiyên xwe yên di şer de vedişêre. Ne mumkun e ku mirov bîlançoya rastîn a çalakiyan ji dewletê hîn bibe. HPG’ê jî hê têkildarî vê çalakiyê hê tu daxuyanî nedaye.