Li 15 siyasetmedarên Kurd cezayê girtîgehê hate birîn

Parlamentera berê Gulser Yildirim jî di nav de li 15 siyasetmedarên Kurd bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji 6 sal û 3 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hate birîn.

Di sala 2014’an de li Mêrdînê derheqê siyasetmedarên kurd Nazim Kok, Davut Bozan, Îpek Guneş, Ayşe Bozan, Zîver Gumuş, Îsa Durç, Lokman Ekenek, Abdulkadîr Aktaş, Erdal Irmak, Davut Şahîn, Mûsa Alkan, Sedat Dag, Mesût Amak, parlamentera berê Gulser Yildirim û Genco Akman de doz hatibû vekirin û danişîna biryarê ya dozê hat lidarxistin. Doz, bi sedema damezirandina Meclisên Bajaran hate vekirin û danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Siyasetmedar tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn.

Dadgehê ji dozgeriyê xwest ku mutalaaya xwe eşkere bike. Dozger, ji bo Meclisên Bajar ku siyasetmedaran gotibû “di çarçoveya rêziknameya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hatiye avakirin” ev îdia kir: “Di gelek lêpirsînan û gelek bajaran de rêzikname û xebatên rêziknameyên yên eleqeya wan bi hev re nîne de weke ku bi heman pênûsî hatibe nivîsandin hatiye tespîtkirin.” Bi domdarî dozger anî ziman ku xebatên domdar û zêde yên di bin sîwana meclisan de “tenê dikare di bin avadaniyeke rêxistinî de werin kirin” û ev yek weke “sûcê endamtiya rêxistinê” destnîşan kir. Dozger xwest ku di vê çarçoveyê de ceza li siyasetmedaran were birîn.

Dadgehê piştî parastina parêzvanan biryara xwe da û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê lki 15 siyasetmedaran birî. Li gorî vê yekê; li Lokman Ekenek, Davut Şahîn, Nazim Kok, Zîver Gumuş, Davut Bozan, Îpek Guneş û Ayşe Bozan 7 sal û 6 meh, li Mûsa Alkan û Îsa Durç 6 sal û 10 meh û 15 roj, li Genco Akman, Sedat Dag, Gulser Yildirim, Mesût Amak, Abdulkadîr Aktaş û Erdal Irmak jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.