Leşkerên Tirk li Omeryanê amadekariya operasyonê dikin
Leşkerên Tirk dor li çiyayê Omeryanê girtine, ku di navbera navçeyên Mehsert û Nisêbîn ên Mêrdînê de ye. Li herêmê amadekarî ji operasyona leşkerî re tê kirin.
Leşkerên Tirk dor li çiyayê Omeryanê girtine, ku di navbera navçeyên Mehsert û Nisêbîn ên Mêrdînê de ye. Li herêmê amadekarî ji operasyona leşkerî re tê kirin.
Li çiyayê Omeryanê, yê li navbera navçeyên Nisêbîn û Mehsert ên Mêrdînê ye, ku di rojên dawî de bi şer, şewat û qedexeyê di rojevê de ye, ji nû ve ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.
Leşkerên Tirk dor li gundên Talatê, Çale û Stilîlê girtin. Gundiyan gotin, li vê herêmê amadekarî ji operasyonê re tê kirin.