Leşkerên Tirk 3 bira kuştin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê 3 bira kuştin.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê 3 bira kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker duh êvarê li gundê Hemdone yê navbera Dirbêsiyê û Amûdê li 6 kesan reşand.
Di encama êrîşê de sê bira Refet Osman, Fîras Osman û Mezher Osman jiyana xwe ji dest dan, sê jinên bi navê Ayat Xelîl, Samiya Hemûd û Emîne Mihemed birîndar bûn.
Jinên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên sê birayên jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatê hatin kirin.