Leşkeran li çiyayê Cûdî agir bi daristanê xist

Ji ber topên ku leşkeran avêtin çiyayê Cûdî yê Şirnexê, li çiyê şewat derket.

Piştî topbarana leşkerên Tirk li çiyayê Cûdî şewat derket. Wekîlê Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz jî têkildarê şewatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal diyar kir ku ji ber topbaranê şewat derketiye.

Peyama Kaçmaz bi vî rengî ye; “Dijminatiya li hemberî xwezayê roja cejnê jî didome. Di encama topbarana li çiyayê Cûdî li qadên daristanî de şewat derket. Heya niha ji bo wemirandina agir ti xebatek nehatiye kirin.”

ŞIRNEX