Lehengê ku gavên destpêkê davêt: Karasûngûr

Mûzaffer Ayata qala yek ji kadroyên pêşeng ên serdema damezrandinê ya PKK'ê Mehmet Karasûngûr kir.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, di merasîma bîranîna şehîdên Gulanê de, qala ji şehîdên pêşeng ê serdema damezrandina PKK'ê Mehmet Karasûngûr kir. Ayata got, "Hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bibîr tînim û soza serketinê dubare dikim."

Ayata, Mehmet Karasûngûr weke yek ji kesên di şoreşa Kurdistanê de gavên destpêkê yên mezin davêt, bi nav kir û got, Karasûngûr hê di pêvajoya destpêkê ya propaganda siyasî de li Çewlikê bi Hayrî Dûrmûş re têkilî danî û bi vî rengî partî nas kir. Ayata diyar kir, Karasûngûr ku hingî mamostetî dikir dest ji pîşeyê xwe berda û bi temamî tevlî nava şoreşê bû.

Ayata ku di sala 1978'an de Mehmet Karasûngûr li Kurdistanê nas kir, qala bûyerên diyarker ên wê demê kir: "Di wê demê de têkoşîna Hîlwanê gelekî bi pêş ve çû bû. Li ser şehadeta hevalê Halîl Çavgûn, bersiveke mezin ji Suleymanan re hatibû dayîn. Li vê derê, hevalên sereke yên ku rêxistinbûna destpêkê kirin, ciwan li hev civandin û dan xebitandin hevrê Kemal Pîr û Mehmet Karasûngûr bûn. Di wê demê de Suleymanan li qehwexaneyekê reşandibûn û Cemal Çobanyildizi qetil kiribûn. Merasîma cenazeyê wî hate kirin û hevalên Salîh Kandal, Cûma Tak bi çekê merasîmeke mezin a cenaze lidar xistin. Hêzên dewletê nekarîbûn dest lê werdin."

Ayata bi vî rengî qalê kir bê çawa Karasûngûr nas kiriye: "Di demeke bi vî rengî de ez çûm Hîlwanê û yekemcar min hevalê Karasûngûr li vir dît. Pêşengê rêxistinkirina têkoşînê û berpirsyar bû. Piştî rojekê em bi hev re çûn gundekî. Me dixwest hin malbatan li hev bînin, em bûbûn navbeynkar. Bi taybetî malbata Paydaş xwestibû em jî di nava vê lihevkirinê de hebin. Li cihê em çûn axaftin hate kirin, nanê aştiyê hate belavkirin. Wê demê parêzerê malbatekê Sedat Bûcak bû. Ji aliyê siyasî ve nêzî rêxistina Rizgarî bû. Piştî xwarina aştiyê bi Kurdî axivî. Ji bo vê jî diviyabû ji me jî yek baxive. Ez jî rabûm axivîm. Bi Kurdiya herêmê li ser pirsgirêkên malbatî yên li Kurdistanê, welatparêzî, parçebûn û yekîtî bi kurtî axivîm. Dûre em ji hev belav bûn û her kesî berê xwe da cihê xwe yê kar. Em jî vegeriyan Hîlwanê. Min ê xatir bixwasta û ji Hîlwanê derketa. Lê belê hevalê Karasûngûr ji min xwest ku li wir bimînim û tevlî kar bibim. Ji ber ku min herêm nas dikir, digot, dibe ku bi kêr bêm. Got ku ew ê bi xwe bi hevalan re baxive û hevalan îqna bike ji bo li wir bimînim. Li ser vê bingehê ez li wir mam. Heta ku hevalê Karasûngûr ji herêmê çû, em bi hev re bûn."

LI KURDISTANÊ TEVGEREKE GEL RÛ DIDE

Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku tevgera Apoyî di vê demê de ji tevgereke ciwanan derket û veguherî tevgereke gel û got, "Hîlwan cihekî gelekî mezin nebû, lê belê li vê derê rêxistinbûneke me ya civakî hebû. Rêxistinbûneke me ya ciwanan hebû, ku bi pêşengiya hevalê Halîl Çavgûn hate kirin. Suleymanan êrîşî hevalên me kirin û hevalê Halîl Çavgûn qetil kirin. Tevgerê biryar da ku bersiva vê bide, naxwe em nikarîbû li herêmê bimînin. Yekemcar bû ku li dijî nokeran di vê asta mezin de têkoşînek hate meşandin. Tirs û xofa ku Suleymanan xistibû dilê gelê herêmê, hate şikandin. Şaredariya ku bi zorê desteser kiribûn, ji wan hate standin û radestî gel hate kirin. Li ser vê kesê, gel zindî bû. Baweriya bi me, hêviya bi me zêde bû. Êdî ne weke xwendekaran li me dinerîn, weke rizgarker û pêşeng li me dinerîn. Ji ber ku li Kurdistanê yekemcar tevgereke gel rû dida."

Ayata ragihand, pêşketina xurt a li Hîlwanê xwe dispart pêşengên tevgerê yên li vê derê û destnîşan kir, bi taybetî Mehmet Karasûngûr, Salîh Kandal û Cûma Tak bi vê erka pêşengiyê radibûn.

Ayata ji bo Karasûngûr got, "Mirovekî gelekî difikirî, zindî, dînamîk bû. Moral dida derdora xwe. Gelekî dixebitî û dikir ku hevalên li kêleka wî jî bixebitin. Semboleke mezin a hêvî, coş û cidiyetê bû. Yek ji taybetmendiyên wî yên diyarker; wêrekî û cidîbûna wî bû."

DADGEH VALA BÛN, KESÎ BERÊ XWE NEDIDA SAZIYÊN DEWLETÊ

Ayata qala bîranînên Karasûngûr kir:

"Mînak; carekê ji gundê Kirvar ê Sêweregê dihat. Dema ji gundan derbas dibû, li gundê Babê bi hin gundiyan re nîqaş kiriye; li wan gundan nêzîkatiyeke ku giranî dida berjewendiyên erzan û zêde guhdarî nedikir hebû. Yanî bi pirsgirêkên civakê û şoreşê re eleqedar nedibûn. Piştre wexta em çûn cem wan, wan bi xwe jî li hevalê Karasûngûr dipirsî. Tevî ku zêde bi Kurmancî nizanîbû jî, hêzeke xwe ya bandorê li derdorê bike hebû. Piştre, dema ku em çûn wê derê, wan her tim ev pirs ji me dikirin; Huseyîn li ku ye, çi bû, çi dike? Navê wî yê li herêmê Huseyîn bû. Ev nasnav li xwe kiribû. Ji ber ku ji Zazayên Çewlikê bû, bi Kurmancî nizanî bû. Li Hîlwanê bi Zazakî jî nedihat axaftin. Beşek ji Sêweregê zaza ye. Li wê derê bi yên zaza re daxivî. Ji ber ku zazakiya wî hinekî cuda bû, Dersîmî jî dihate dîtin. Digotin ew Dersîmî ye. Jê re digotin Huseyînê Zaza yê ji Tûncelî. Hinekan jî bi vî rengî li dadgehê qeyd kiribûn. Suleyman ew û yên bi wan re hevkarî kirin. Me ev şer bi vî rengî meşand. Piştre derdorên Suleymanan gelekî asê bûn. Welê li wan hat ku nikaribin xwe bilivînin. Mehmet Veysî Faîk serokê şaredariyê bû. Îstifa kir. Xwest li hev bê, lê belê me got, we li dijî gel sûc kirin, divê hûn îstifa bikin. Hûn nikarin bi vî rengî bimeşînin. Me got, em nikarin ji gel re vê vebêjin. Û qebûl kirin. Şaredariya destpêkê ya li Kurdistanê me qezenç kir, Hîlwan bû. Hevalê Nazîf Temel ji malbateke xizan bû, karker bû. Piştre di hilbijartinê de bû serokê şaredariyê. Emîne Haci Yûsûfoglû, Durek Kaya û hevalek din bûn endamên meclîsa şaredariyê. Ev jinên destpêkê bûn ku li Kurdistanê li ser bingeha şoreşgerî tevlî rêveberiya meclîsa şaredariyê bûn. Bi civînên taxan, bi heyetan re nakokiyên nava gel çareser dikirin. Qereqol, dadgeh êdî vala bûn. Kesî berê xwe nedida saziyên dewletê."

Ayata diyar kir, têkoşînê li Sêweregê jî deng veda û got, "Em bi hev re derbasî Sêweregê bûn. Em li nava gundên Sêweregê geriyan. Me dixwest erdnîgariyê û civakê nas bikin û li ser disekinînin bê kî dikare destekê bide me û bibe alîgirê me."

BERXWEDANA HÎLWAN Û SÊWEREGÊ

Ayata da zanîn, ku bi daneheviya Hîlwanê, bi amadekariya têkoşîneke xurtir ew ketin nava Sêweregê û got, "Li wê herêmê Bûcakan hemû eşîr tepisandibû. Kesî dest nedida Bûcakan. Kesî newêrîbû li wan binwere. Bûcak zêde dernediket derve. Bi giranî xwe diparast. Malbat zêde berfireh nebû. Du bira bûn. Celal Bûcak û Hakki Bûcak. Dema ev dihatin sûkê, herkes li ber wan radibûn. Li nava dewletê jî bandora wan hebû. Ji partiya Edaletê bûn. Hem jî cihekî ku fîrariyên ji doza xwîniyê xwe lê digirtibû. Li herêmê pêşengî ji dozên xwînê, ji çanda talanê kirin."

Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku wan li hemberî van amadekarî kirin û got, "Li Hîlwanê hevalê Karasûngûr dibihîze ku Celal Bûcak ji bo mêvandariyê çûye gundê Kirbaşi. Bi lez û bez komek ji hevalan kom dike û bêyî amadekariyeke berfireh, bi çend çekên zêde ne kêrhatî, diçin. Halbûkî plansaziya Sêweregê gelekî cuda bû. Me li Sêweregê amadekariyên xwe kiribûn. Yanî tiştên em ê bikin hatibûn diyarkirin. Hevalê Karasûngûr dest bi karekî ku di hesab de tine bû, dike. Zêde nasekine û yekser diçe Kirbaşi. Li wê derê di nava rojê de şer derdikeve. Li ser rêya bignehîna Kirbaşi-Rihayê ne. Odeya lê dimînin, li kêleka rê ye. Di şer de hevalê Karasûngûr bi şensê rizgar dibe. Çeka wî nateqe, li ber deriyê odeyê ye. Bombeyê davêjin odeyê, bombe nateqe. Çust e û bi lez û bez xwe davêje derve. Bi vî rengî rizgar dibe. Li wê derê hevalê Salîh Kandal şehîd dibe."

Ayata wiha dewam kir: "Bûcakan teror kirin. Avêtin ser gundên Sêweregê. Evyup Sevgat kuştin. Şerîf Kevjî kuştin. Avêtin ser taxên Ûzûnan. Teror meşandin... Piştre hevalê Karasûngûr hat. Me ji nû ve rewş nirxand. Me got, divê em bidomînin. Û li Sêweregê di vî şerî de gelek însan mirin. Bi alîkariya dewletê û kevneşopiya eşîrî, xizm û mirovên li derdora me dan. Xwe diparastin. Dewlet jî bi wan re bû. Darbeya 12'ê Îlonê Bûcak rizgar kir. Tevî hevalê Cûma Tak pênc heval şehîd bûn. Hevalê M. Karasûngûr di heman demê de poêşengê yekemîn konseya leşkerî ya li Kurdistanê hat avakirin bû."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata bi berdewamî got, "Piştre, dema ku Serok derbasî Sûriyeyê bû û dest bi amadekariyên ji nû ve komkirina partiyê kir, heval xwest. Me li Sêweregê pêngaveke gerîla navêt. Mîna ku hatibû plankirin, nebû. Em ketin şerê klasîk ê gundiyan, ketin şerê kozikan. Bêguman gelek mesref lê çû, gelek cebilxane hate xerckirin. Ji her du aliyan jî gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Piştre hevalan xwestin hevalê Karasûngûr vekişînin. Jİ ber ku amadekariyên cudatir hebûn. Wî nexwest biçe. Bi biryardarî û inat xwest bimîne. Digot, 'Ewqas heval şehîd bûn, me ewqas berdêl dan û têkoşîn gihandin vê astê. Bûcak gelekî hatiye asêkirin, tengavkirin. Heta ku vê hal nekim, naçim'. Feraseteke xwe ya bi vî rengî hebû. Lê belê ji ber ku hevalan gelekî israr kirin, neçar ma çû. Bi vî rengî herêm terikand."

Ayata got, "Heta şehadeta hevalê Cûma Tak li herêmê ma. Di 30'ê Tîrmehê de şerê bi Bûcak re dest pê kir. Heta dawiya salê ma. Piştre hevalê Abdullah Ekîncî hatibû cem me, em bi hev re dixebitîn. Hevalê Şahîn Kilavûz hebû. Me karê xwe nesekinand. Piştre, dema Serok çû Fîlîstînê û komên bên perwerdekirin xwest, bang li me jî kirin. Lê belê em jî mîna Karasûngûr difikirîn. Me bi israr gotin ku heta karê Sêweregê neqedînin, em ê neçin. Em neçûn. Piraniya hevalên neçûn hatin girtin. Yên karibûn derkevin jî hevalên Karasûngûr, Şahîn Kilavûz bûn. Kêm heval ji 12'ê Îlonê rizgar bûn. Em hatin girtin û em xistin girtîgeha Amedê."

Di dawiya axaftina xwe de Ayata, Mehmet Karasûngûr weke yek ji milîtanên herî mezin ên Apoyî bi nav kir, bi rêzdarî ew bibîr anî û soza serketinê da şehîdên leheng.