Leheng û şoreşgerê Kurd: Yûsif El-Ezma

Yûsif El-Ezma li Sûriyeyê lehengekî Kurd e û di pêvajoya serokatiya Şah Feysel de di navbera salên 1884-1920’an de Wezîrê Şer bû, ew yek ji wan kesan e ku di dema dagirkeriya Fransayê ya li ser axa Sûriyeyê de şer kiriye.

Yûsif Îbrahîm Ibin Ebdulrehman El-Ezma di 9’ê Nîsana 1884’ an de li Taxa El-Şaxor li paytexta Şamê ji dayik bûye. Ew him leşker bû û him jî rewşenbîr bû. Ew Kurd bû lê bi zimanê Erebî, Tirkî, Fransî û Almanî jî dizanîbû.

Her kes navê wî dizanin lê her kes çîroka wî nizanin. Yûsif El-Ezma ji malbateke Kurdê Şamê ye û ola wî Îslam e, bavê wî karmendê aboriyê bû. Dema Yûsif 6 salî bû bavê wî dimire û birayê wî yê mezin Ebdulah El-Ezîz wî mezin dike.

Yûsif xwendina xwe ya seretayî li dibistana El-Yaxûşeyê kiriye, paşê di sala 1893’an diçe dibistana Leşkerî ya li mizgefa El-Reşdiyê ya li taxa El-Behsa ya li bajarê Şamê. Paşê di sala 1897’an de li mizgefa Tênkiz li dibistana El-Yetadiyê xwendina xwe ya leşkerî didomîne. Piştre di sala 1900’î de diçe Dibistana Kulehlî ya leşkerî ya amedehî ya ku li qeraxa ava Bosforê ya li Astana-Stenbolê ye û di wê salê de bawernameya dibistana navîn bi dest dixe û wekî şagirtekî Kurd di dibistanên Stenbolê ve dibe yekemîn. 

Her wiha di sala 1901’an de diçe dibistana Şahanah ya li Astana û li wir piştî 3’ê salan derçû û bû Mûlazimê asta duyem. Piştre di sala 1905’an de ji ber ku mêjiyê wî gelekî pêşketî bû, bû Mûlazimê asta yekemîn. Herî dawî çû dibistana Erkan El- Herb û li wir beşa zanist û hunerên şer yên asta bilind xwend. 

KAR Û XEBATÊN YÛSIF EL-EZMA

Yûsif di operasyonên leşkerî yên di navbera Şam û Astanayê de cih digirt. Di sala 1908’an de ew şandin Astanayê û li dibistana Erkan El-Herb ku li Qesra Yildiz Sultan e, ew wek alîkarê perwerdekerê malzemeyên seferberiyê hat erkdarkirin. Paşê di sala 1909’an de ew wek rêveberekî rêkirin nava refên artêşa Osmanî ya li herêma Rûmelliyê ya li parzemîna Ewropayê. Paşê ew rêkirin Almanyayê da ku beşdarî dibistana asta bilind a serfermandariya şer bibe û li wir nêzî 2 salan ma. Lê ji ber rewşa hewaya sar bi giranî nexweş ket, ji ber wê jî careke din vegeriya Astanayê û di Dezgeha Bilind a Osmaniyan ya li Qahîreyê wek ataşeyê leşkerî û alîkarê Komîseriya Bilind a Osmaniyan hat erkdarkirin.

ROLA YÛSIF EL-EZMA DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN DE

Di sala 1912’an de ew di beşa yekem a karmendên şerr de dixebitî, lê piştre neçar ma ku di navbera yekîneyên leşkerî yên artêşa şerê Balkanan a 1913’an de cih bigire. Piştî derketina Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918), ew weke Serfermandarê Daîreya 25’an rêkirin Bûlgaristanê. Paşê li Nemsa û li Romanyayê ew wek nûnerê artêşa Osmanî li nêzîkî fermandarê hêzên şerker ên Alman yên di eniyên şer de Mareşal Mactron, wî di nav Serfermandariya Alman de cih girt û kar kir.

El-Ezma da ku xaka Sûriyeyê ji dagirkeran biparêze, piştî ku vegeriya Astana ji bo ku rewşa artêşa Osmanî bizanibe û bikaribe xwe bigihîne hin agahiyan hewl da ku ew bibe hevrêyê wezîrê şer ê Osmanî Enwer paşa û dest bi tevger û kontrolkirina artêşên Osmanî yên li Anadolûyê, Sûriye û Iraqê bike. Lê belê di wir de şoreşgerê Kurd El-Ezma bi ser ket û di demeke kurt de ew wek serokê leşkerên şer yên hêzên Kafkasyayê yên ku li wir bi cih bûne, hat erkdarkirin.

Paşê Yûsif bû serfermandarê şer yê artêşa Yekem li Stenbolê. Di sala 1918’an de dema ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi dawî bû, piştî ku Mîr Feysel bîn El-Husên derbasî Sûriyeyê bû ew vegeriya û ji wir çû Şamê. Paşê di sala 1920’an de li  Wezareta Şer xebitî û li Sûriyeyê bû Wezîrê Şer. Li Sûriyeyê artêşeke niştîmanî ya ku nêzî deh hezar şervanan tê de cih digirt, ava kir.

BERXWEDANIYA BI NAVE MEYSELON YA LI DIJÎ FRANSIYAN

Di 5’ê Tîrmeha 1920’an de, Şah Feysel şêwirmendê xwe Nûrî El-Saîd rê kir Beyrûtê da ku bi Generalê Fransî Henrî Joseph Eugene Gouraud re bicive. Piştî ku ew civîn bi dawî bû El-Saîd di 14’ê Tîrmeha 1920’an de bi hişyariyeke bi navê "Hişyariya Gouraud" vegeriya Şamê. Ji bo pejirandina wê hişyariyê Fransiyan çar roj dan wan, û tê de 5 xal destnîşan kirin.

Xalên ku hatine destnîşankirin wiha ne:

- Qebûlkirina intîdaba Fransî.
- Bikaranîna pereyên kaxizî yên ku ji aliyê Banka Sûriye û Lubnanê yên li Parîsê hatine derxistin.
- Qebûlkirina dagirkeriya Fransî ya li ser qereqolên Riyaq, Hûmis, Heleb û Hema.
- Belavkirina artêşa Sûriyeyê, rawestandina leşkeriya bi zorê û hewldanên çekdarkirinê.
- Cezakirina kesên ku li dijî Fransa şer bikin.

Di wê demê şah Feysel li ser esasê hişyariya Faransiyan bi wezîrên xwe re civiya da ku çareseriyekê ji vê mijarê re bibînin, lê gelek ji wan nêrînên xwe dan û gotin divê em vê dagirkeriya qebûl bikin, lê ji ber ku Kurd ji berê ve xwedî îrade û fikrên azad in, Wezîrê Şer yê Kurd Yûsif El-Ezma helwest nîşan da û ew yek qebûl nekir û gelekî hewl da ku Şah Feysel li hember vê dagirkeriyê bêdeng nemîne. Her wiha gelekî hewl da ku bi wan kesên li wir bide qebûlkirin ku ew dagirkeriya Fransa ya hilweşandina axa Sûriyeyeyê qebûl nekin û li hember wan şer bikin.

Piştî daxwaziya El-Ezma pêk nehat û hikûmeta Sûriyeyê hişyarî û dagirkeriya Fransa ya li ser axa Sûriyeyê qebûl kir, artêşa xwe ji hemû deverê vekşand, fikirê berxwedan û tekoşînê bin pê kir û nameyeke erêkirinê ji Fransiyan re rêkir. Lê dema ku Fransiyan ji wan re ji bona bersivdayînê destnîşan kiribû bi dawî bibû, lewre tevî erêkirina nameyê dîsa jî Fransa dest bi êrîşan kir.

LEHENGÊ WELATÊ XWE Û FEDAKARÊ ARTÊŞA XWE BÛ

Piştî ku şer li Sûriyeyê dest pê kir gelek kesên welatparêz û di serî de Yûsif El-Ezma ev yek qebûl nekirin û li hember dagirkeran li ber xwe dan. Ji ber ku Yûsif dixwest dîroka Sûriyeyê tijî berxwedanî û têkoşîn be, gelek kesên welatparêz kom kir û berê wan da rêya berxwedan û tekoşînê. Ji ber wê yekê dema ku behsa dîroka dagirkeriya Fransa ya li ser Sûriyeyê tê kirin artêşa El-Ezma ya berxwedêr tê bîra mirov.

Tê gotin ku El-Ezma gelekî fedakarî di nava artêşa xwe de dikir, ew hem fermandar bû hem jî şervan bû. Her wiha ji bo ku şervanên artêşa xwe ji dagirkeran biparêze gelek caran xwe dida pêşiya wan û şer dikir. 

Piştî berxwedan û têkoşîneke mezin şoreşger Yûsif El-Ezma di 24’ê Tîrmeha 1920’an de di şerê bi navê Meyselon de ew li Sûriyeyê wekî yekemîn Wezîrê Şer Kurd, bi destê Fransiyan hate şehîdxistin. 

Cenazeyê wî li Goristana Şehîdên Meyselon ya ku 28 kîlometreyan dûrî bakurê rojhilatê Şamê ye, hate veşartin. 

Her sal ji bo bîranîna wî şahiyek li Goristana Şehîdan a Meyselon tê lidarxistin û ji gelek welatên Ereban gul ji wî re tên. Mala wî niha ji bo tiştên wî bûye muzexane û hemû tiştên wî di wir de ne.