Lİ Mêrdînê û Şirnexê terora polîsên Tirk didome

Li Mêrdînê û Şirnexê ji 15'ê Tebaxê ve terora polîsan Tirk didome. Heta niha 29 kes hatine destgîrkirin.

Li bajarên Mêrdîn û Şirnexê piştî 15'ê Tebaxê terora polîsên Tirk a li dijî endam û rêveberên HDP'ê berdewam dikin. Ji 15'ê Tebaxê ve heta niha polîsan li Mêrdîn û Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û bi giştî 29 kes destgîr kirin.

Polîsan li Mêrdîn û Şirnexê ji 15'ê Tebaxê ve heta niha bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 29 kes destgîr kirine. Polîsan bi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li Qoser, Nisêbîn û Mîdyadê şevê din disa bi ser gelek malan de girtin û 4 kesên destgîr kirin. Li Mêrdînê heta niha 15 kes hatin  destgîr kirin. Der barê destgîrkirinê  biryara veşartina dosyayê hatiye dayîn. Di 15'ê Tebaxê de 11 kes hatibûn destgîrkirin. Hate diyar kirin ku 11 kesên hatine destgîrkirin wê sibê sewqî Edliyeya Mêrdînê bikin. 
 
15 kesên li Mêrdînê hatine destgîrkriin û li Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê tên girtin wiha ne: Îrfan Yakut, Yusuf Abukan, Abdulbari Akalan, Hatîp Oncu, Hamza Agirman, Abdulkadir Tapti, Faysal Taş, Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê ya HDP'î Zeynep Sevluş û xwişka wê Ayşe Sevluş, Endamên HDP'ê Erhan Mutlu, Nezir Saraç, Salih Sarikaya, Abdullah Çalhan, Maşuk Ayaz û Bariş Belge.
 
LI ŞIRNEXÊ 14 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
 
Li Şirnex û navçeyên Şirnexê jî di 15'ê Tebaxê de 11 kes hatibûn destgîrkirin. Ji kesên hatin destgîrkirin  9 kes hatibûn berdan û 2 kes jî hatin girtin. Li navçeya Hezex, Elkê û Navenda Şirnexe dîsa polîsan bi ser malan de girtin û 14 kesên din destgîr kirin. Kesen li Şirnexê hatin destgîrkirin wiha ne: Rêveberê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, Dindar Cîn û Salih Koluman, Yahya Îdîn, Mehmet Şaran, Cemîl Cin, Selahattin Ataman, Agît Çokdogan, Gul Elarslan, Selamet Zeyrek, Halîl Orcan, Haci Babat, Zeliha ya paşnavê wê nehat hînbûn hatin binçavkirin.