KONGRA-GEL: Em di 1’ê Gulanê de nîşan bidin ku Erdogan rêwî ye!

KONGRA-GEL ji bo 1’ê Gulanê peyamek da û got: ‘’Ji niha û pê de ewlehiya ti hilbijartinê nîn e. Tekane rê ew e ku kedkar, çewisandî, hêzên demokrasiyê bi hevkariyê têkoşîna xwe ya rêxistinî bidin.’’

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo Yekîtiya Navnetewî, Roja Hevgirtin û Têkoşînê ya 1’ê Gulanê peyameke nivîskî da.

Di peyamê de hate gotin: ‘’Em Cejna 1’ê Gulanê ku sembola yekîtî, hevgirtin û têkoşîna kedkaran e pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên berxwedana 1’ê Gulanê ku rih û mane dane vê rojê bi hurmet û minet bi bîr tînin.’’

KONGRA-GEL got, ‘’Em bang li eniya ‘NA’yê dikin ku li dijî faşîzma Erdogan alîgirê ked, demokrasiyê ne ku di 16’ê Nîsanê de ava kiribûn; em bi giyanê 1’ê Gulanê hemû qadan bi çoşdarî tije bikin, em yekîtî, hevgirtin û têkoşînê berz bikin.’’

KONGRA-GEL bi domdarî wiha got:

 ‘ÇARESERÎ NE HILBIJARTIN LÊ BERXWEDAN E’

‘’Yekîtiya hêzên ked, demokrasî û azadiyê ku bi pîrozbahiyên 1’ê Gulanê wê bihêztir bibin, di vê pêvajoyê de bi têkoşîna hevpar a ku li dijî faşîzmê wê were dayin hem wê bibe moral û hem jî rênîşandêr.

Weke ku di Referandûma 16’ê Nîsanê de hatiye dîtin, di serî de YSK, AYM, HSYK li Tirkiyê sîstema darazê bi temamî ketiye ber kontrola Erdogan. Li Tirkiyê sîstema darazê îflas kiriye. Ji niha û pê de ewlehiya ti hilbijartinê nîn e. Ji ber ku Erdogan şertên têkoşîna demokratîk bi temamî ji holê rakiriye; sîstema xwe ya bi dek û dolab, derewîn, dizek, yekparêz û faşîst kiriye yasa. Tekane rêya jiholêrakirina vê sîstema faşîst ew e ku bi pêşengiya dînamîkên şoreşger ên gelên me, berzkirina têkoşînê ya kedkar, çewisandî û hemû hêzên demokrasiyê ye.

Erdogan di serî de pirsa Kurd li dijî hemû pirsên civaki polîtîkaya şer, zext û qedexeyê bi kar tîne û bi vê hewl dide ku desthilatdariya xwe biparêze. Êrîşên piştî referandûmê yên dijî Rojava û Şengalê encama vê ne û vekirî dibêjin ku wê vê berdewam jî bikin.

Fatoreya însanî û aborî ya ku dîktatoriya Erdogan li ser gelên me ferz dike kedkar didin. Ji bo vê jî kedkdar, bêkar, hejar, gundî, jin ango hemû çewisandî, ku hêzen sereke yên eniya dij-faşîst in û dikarin faşîzmê rawestînin, di 1’ê Gulanê divê berxwedan û rêxistiniya xwe geş bikin.

 ‘EM LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ BIBIN YEK’

Ji bo vê jî hemû kedkar, çewisandî, jin, ciwan, Elewî, hemû hêzên demokrasiyê, bi berzkirina têkoşînê ya dijî dîktatoriyê ye bi gelê Kurd re, divê 1’ê Gulanê meydanan bi coşdarî tije bikin û nîşan bidin ku Qesr li ber hilweşînê ye.

1’ê Gulanê roja Yekîtiya Kedkar, Hevgirtin û Têkoşînê, li dijî faşîzma Erdogan divê bibe roja yekîtî û hevgirtinê ya gelên me û hemû çewisandiyan.

Faşîzm wê têk biçe, gelê me yên azadî, demokrasî û aştiyê dixwazin wê bi ser bikevin.