Komploya Navneteweyî li Mexmûrê hat protestokirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Komploya Navneteweyî bi meşekê hat protestokirin.

Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Di meşê de hat gotin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger nebe wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Meş bi kombûna bi hezaran şêniyên wargehê û xwendevanan a li ber avahiya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir. Gel di meşê de bi hildana al û posterên Rêberê Gelê Kurd, her wiha pankartên bi nivîsa ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ ‘Dem dema azadkirina Rêber Apo ye’, ‘Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin’ û bi dirûşmeyên dilsoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anîn ziman. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY li wir sekinîn û daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di şexsê şehîdên meha Sibatê de tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Gel a Demokratîk Bêrîvan Kaya axivî.

‘DIVÊ EM VÎ AGIRÊ SERHILDANÊ HÎN GEŞTIR BIKIN Û BIGIHÎNIN AZADIYÊ’

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: “Dewletên dagirker bê navber hovîtiya xwe li dijî Rêbertiya me didomîne, tevî vê hovîtiya wan Rêbertî bêyî ku navber bide berxwedan û têkoşîna xwe berdewam kir. Em jî kêlî bi kêlî xwe di nava vê berxwedanê de dibînin û di nava vê berxwedanê de xwedî hêz û vînin ku dijmin ji her gavek a me ditirse. Ji bo wê jî êrîşî gerîlayên me dike, bi wê ve girêdayî tecrîda li ser Rêbertî ya ku ev 24 salin bi hemû hovîtiya xwe tê meşandin, li ser xelkê wargeha Mexmûr jî tê pêkanîn. Ji ber vê em ji vê ne xerîbin û ji bo wê jî divê em kêlî bi kêlî bi Serokatiya xwe re xwe bikin yek ku em bikaribin berxwedana xwe biserbixin. Hevalên ku bi agirê bedena xwe li derdora Rêbertî xwe kirîn xelekek ji agir û gotin em ê bi agirê bedena xwe Rêbertiya xwe azadbikin û vê dijminiya ku li ser gelê Kurd em ê bi dawî bikin. Ji bo wê divê em jî bikaribin vî agirê serhildanê hîn geştir bikin û bigihînin azadiyê. Ji ber ku niha dem dema em bikaribin Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikine ye. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî.”

Piştî axaftina Bêrîvan Kaya, çalakiya greva birçîbûnê li wir bi koma nû dewir girt û bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ meş bi dawî bû.