Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê kongreya xwe pêk anî

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê di 1'emîn Kongreya Asayî de Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan kir hevserokên xwe.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) 1'emîn Kongreya Asayî li avahiya komeleyê ya li Amedê pêk anî. Kongreya ku gelek rojnamevan lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Seroka Desteya Dîwanê Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney li kongreyê axivî û bal kişand ser girîngiya Komeleya Rojnamgerê Dîcle Firatê ya di vê demêde ku rojnamevanî bi temamî veguheriye yekdestî.

Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû jî diyar kir ku komele şopdara kevneşopiya çapemeniya azad a 30 salî ye û bi bîr xist ku Tirkiye di rêza azadiya çapemeniyê de di rêzên dawî de ye, ji bo ev yek bê têkbirin ew têdikoşin.

Piştî axaftinan raporên kar û malî yên salekê yên komeleyê hatin xwendin. Bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin û di encamê de jî Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan ji bo Hevserokatiya DFG'ê hatin hilbijartin.