Komalên Ciwan: Wezîfeya bingehîn a her ciwanekî Kurd, azadiya Rêber Apo ye

Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Her ciwanekî Kurd ê dixwaze xwe azad bike, beriya her tiştî divê tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe."

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û destpêkê, di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa komployê ya 15'ê Sibatê êrîşa herî trajîk û hovane ya dîrokê ye û hate gotin, "Îmrali nîşaneya zexta qirkirinê ya li ser Kurdan e. 25 sal in di şexsê Rêber Ao de li dijî ruh û sekna azadiyê ya Kurdan tecrîdeke girankirî ya mutleq û sîstema êşkenceyê tê meşandin. Bi sîstema Îmraliyê re tê xwestin ku mîna 50 sal beriya niha careke din Kurd di goristana mêtingeriyê de bê veşartin."

Koordînasyona Komalên Ciwan ragihand ku di çaryek sedsalê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşên metirsîdar hatin kirin ku di dîrokê de li hemberî kesî nehatiye kirin û got, "Di dawiya 25 salan de dost û dijmin her kes dibîne ku êrîşên hovane li hemberî rastiya Rêber Apo ti encam bi dest nexistiye. Rêber Apo her roj hîn mezintir bû, dîwarên Îmraliyê parçe kir û xwe gihand hemû mirovahiya bindest."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her ciwanekî Kurd ê dixwaze xwe azad bike, divê tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe û hate gotin, "Qiblegeha azadiyê Rêber Apo ye. Wê demê divê her ciwanekî dixwaze gel, jin, ciwan û tevahiya mirovahî azad bibe, mîna bezvanekî maratonê ber bi rastiya Rêber Apo bibeze."

Koordînasyonê diyar kir ku ciwanên Kurdistanê dibe ku bi komplo û dîlgirtinê çavên xwe li cîhanê vekiribe, lê belê wê ti carî nebe ciwanekî ku dijmin dixwaze û got, "Wê nekeve nava xefikên bi jehr ên dijmin, bi xwarin, hevser û mûçeyekî nexape û rê nede jiyaneke xapînok. Çawa ku Rêber Apo jiyana xwe xist xizmeta jiyaneke bi wate û êrîşên sîstemê hemû têk bir, şert e ku ciwanên Kurdistanê jî li gorî vê xetê bijî û têbikoşe."

Di dewama daxuaniyê de hate ragihandin ku fikir û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd herî zêde ji bo ciwanên Kurdistanê ye û hate gotin, "Ji her kesî zêdetir divê ciwanên Kurdistanê li ser vê mijarê kûr bibin, bixwînin, fêhm bikin, lêkolîn bikin. Herî zêde divê ciwanên Kurdistanê rêbaza têkoşînê û jiyana Rêber Apo hîn bibe. Xwendin û sempatî têrê nake. Ji bo ev fikir û rêbaza jiyanê bikeve meriyetê bikeve nava hewldanan. Divê em vê rastiyê baş zanibin, ku tolhildana herî mezin a ji komplo û dîlgirtinê, bi yekbûna bi rastiya Apoyî dibe. Ciwanên xwe bi rastiya Apoyî xurt kirine, bi ti awayî nikarin bêne rawestandin û astengkirin. Stratejiya herî mezin a dijminê faşîst ew e ku nehêle rastiya Apoyî belav bibe. Wê demê çawa ku li cîhanê bi pêşengiya dostan kampanya azadiyê ya navneteweyî hate destpêkirin û gaveke dîrokî hate avêtin, ciwanên Kurdistanê jî divê xwe weke hêza pêşeng a vê kampanyayê bibînin û bikevin nava berxwedaneke welê ku mohra xwe li sala 2024'an bixin. Bersiva herî mezin a ji komploya 15'ê Sibatê re bê dayin ev e.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo hemû ciwanên Kurdistanê, ji bo me hemûyan pîvana serkretinê ye. Heta ku sîstema êşkence û tecrîdê neyê parçekirin ku Rêber Apo dîl tê girtin, heta ku ev sîstem ji holê neyê rakirin, kes nikare ji rewşa gunehkariyê rizgar bibe. Eger jiyaneke azad wê hebe wê bi Rêber Apo re hebe, yan jî wê nebe."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku 15'ê Sibatê Roja Reş bi hêrsa tolhildana 25 salan li dijmin bikin roja reş û ji çalakiyên azadiyê yên mezin ên li Bakur heta bi meşa Kolnê ji ciwanan hate xwestin ku pêşengiyê ji çalakiyên li dijî komployê re bikin.