KODAR: Divê kar ji bo xizmeta şoreşê be

KODAR: Şoreşa niha tevgereke ku hemû daxwazên civakê li xwe digire, xwe dispêre vîn, daxwaz û paşerojê. Ev şoreş û tevgera civakî wê li ser rêya demokrasiyê bigihêje azadiyê.

Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser avakirina 'Sendîkaya Karkeran û Rêxistinên Civakî ya Serbixwe ya Îranê' û rêziknameya belav kirî daxuyaniyek da.

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisletan:

“Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hemû civaka Îranê şiyar kir û li dorî azadî û demokrasiyê kirin yek. Taybetmendiya zanistîkirinê ya vê şoreşê, kir ku hemû xebatên rêxistinên sivîl, bi girse û refên cihê yên civakê re zêdetir bîne ba hev. Ev yekîtî ji bo hemû yekbûyî û girseyên civakî bû hêvî, bi vî rengî di nava dîyalektîka şoreşgerî de pêvajoya şoreşê nas kir û rê zelal kir. 

Di vê pêvoyê de ku ji bo civakek azad û demokratîk bê avakirin, mijûlbûna bi avakirina çêkerên nû ve, hinek alî mezhebîtî û cihêtiyê disepînin, dixwazin sîstema navnedîtiyê li ser gelan, refan, rêxistinan pêk bînin, ev yek jî tê wateya binpêkirina mafê tevger, girse û rêxistina cihê. Di vê demê de avakirina ‘Sendîkaya Karkeran û Rêxistinên Civakî yên Serbixwe ya Îranê’ ku ji aliyê komeke pispor, lêkolîner û akademîsyenan ve hate ragihandin û rêziknameya wê hate belavkirin, cihê kêfxweşiyê ye. Ev tevger dikare piştevaniya Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bike. 

Şoreşa gel di astekê de ye ku rejîm jê ditirse û serî li kuştin, zindan û êşkenceyê dide ku bikare tine bike, pêşî bigire. Bi rêya hinek alî û çêkerên navendî û antî-demokratîk ketine nava seneryoyan. Bihevrebûna girseyên civakî ya bi çalakiyên şoreşê re, wê pêşiya hinak aliyên xêrnexwaz ên ku dixwazin bi ser serhildanên gelan bigire û bixe di bin kontrola xwe de, bigire. Belavkirina rêziknameyên ku hemû mafên civakê û aliyan bixe kontrolê, çareserkirina pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, xweza yên jin û gelan pir girîng e. Dema di vî warî de divê rêz li rêziknameya sendîka, saziyên sivîl, akademîsyen û lêkolîneran ve hatî belavkirin bê girtin, bi qasî bê xwestin aliyên demokratîk û cihêreng zêdetir bike.

Em Komelgeha Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) rêz ji vê rêziknameyê re digirin, kar li ser aliyên kêm dimînin bê kirin û ji bo şoreşê bibe destkeftiyeke demokratîk. Ji ber ku heta niha civak li ser bingehê xwe ava nebûye, ji bo wê ye Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne ji jor ve berovajî ji jêr ve ji nava civakê divê bê destekkirin. Şoreşa niha tevgereke ku hemû daxwazên civakê li xwe digire, xwe dispêre vîn, daxwaz û pêşerojê. Ji bo wê ye ku rêziknameyên civakên sivîl û lêkolîneran divê hê bihêztir û çêker be, Ev şoreş û tevgera civakî wê li ser rêya demokrasiyê bigihêje azadiyê.”