Kobaniyan cenazeyê 4 şervanên xwe sipartin axê
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên YPJ/YPG`ê ku di Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê spartin axê.
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên YPJ/YPG`ê ku di Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê spartin axê.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervana YPJ`ê Agirî Kobanê (Delal Osman), şervanên YPG`ê Birûsk Lihênî (Yûsif Osman), Şahan Çavşîn (Emîn Mihemed) û Şervan Efrîn (Seîd Ardal) ên ku di Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de li bejahiya Reqqayê jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya leşkerî girtin û bi kerwanekî ji sedan wesayîtan pêk dihatin, ber bi goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Beriya cenaze bigihije goristanê hevalên wan ên dozê, darbesta şehîdan hildan ser milan û heta goristanê meşiyan. Li vir merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin. Di merasîmê de Hevserokê PYD`ê Salih Muslim, Endam û Serokên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Endamên Saziyên Civaka Sivîl û şervanên YPJ û YPG`ê amade bûn. Kobaniyên ku ala YPJ/YPG, wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn, bê navber dirûşmên diloziya bi şehîdan re qîr dikirin.
Piştî merasîma leşkerî Serokê Desteya Dadê Bekir Cerade axivî û diyar kir ku bi saya xwîna şehîdan serkeftin tên bi dest xistin.
Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî jî axivî û bang li gelên herêmê kir ku li hemberî dagirkirina dewleta Tirk bibin yek û rê nedan ku dewleta Tirk axa Sûriyeyê dagir bike.
Birayê şehîd Birûsk Lihênî Osman axivî û got: “Em hêvî dikin ku xwîna şehîdan rêya yek kirina Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê vebike û soz didim ku ez ê rêya birayê xwe heta dawiyê bişopînim”.
Piştî ku nasnameyên şehîdan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hat xwendin, radestî malbatê hatin kirin.
Kobaniyan cenazeyên têkoşerên xwe bi tilîlî û dirûşma “Şehîd Namirin” ve sipartin axê.