KNK: Koça dawî ya birêz Mam Celal di rewşa niha de xusarek mezin e

KNK’ê tikildarî wefata sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî, peyameke sersaxiyê şand û got: ” Di vê rewşa hestiyar de ku gelê Kurdistanê têre derbas dibe, ji destdana kesayetiyek weke Mam Celal xusareke mezin e."

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya koça dawî ya sekreterê giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Telebanî ku di nav Kurdan de weke Mam Celal tê naskirin, peyameke sersaxiyê parve kir.

KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku îro birêz Mam Celal, sekreterê Giştî yê Yêkitiya Niştîmanî ya Kurdistan (YNK) û Serokkomarê berê yê Iraqê di temenê 84 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

KNK’ê di peyama xwe de ev tişt anî ziman:

’BI XIMETA XWE BÛ SITÛNEK Ê ŞOREŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’

”Di vê rewşa hestiyar de ku gelê Kurdistanê têre derbas dibe, ji destdan a kesayetiyek weke Mam Celal xusarek mezin e. Birêz Mam Celal weke pêşmerge, siyasetvan û dîplomatkarek kurd, pitir ji 60 salên jiyana xwe da xizmeta doza Kurdistanê û azadiya gelê Kurd. Di encama wê têkoşînê de, Ew bû yek ji sitûnên bingehîn ê şoreşa Başûrê Kurdistanê û xemxorên pirsa Kurd li hemû perçên Kuridstanê. Li ser asta navçeyî û cîhanî jî, weke rêberek çalakê Kurd her tim li pey pirsa Kurdistanê bûye û hewl daye ji bo bi serxistina doza rewa ya gelê Kurd dost û hevkaran peyda bike. Di wê rêyê de Mam Celal li pir li deriyan xist û di piraniya wan hewlên xwe de serkeftî bû.

’JI BER ÇALAKIYÊN WÎ HÊJAYÎ ERKA SEROKKOMARIYÊ HATE DÎTIN’

Piştî hilweşîna rêjîma Baas a iraqê jî, yek ji rêberên siyasî yên herî çalakê deverê bû ku cihê penceyên wî li ser hemû bûyerên wê qonaxê diyar e. Ji ber wan çalakiyan bû ku Mam Celal karî nîşan bide ku hêjayê serokkomariya welatek weke Îraqê ye. Di gel hemû arîşe, netifaqî û aloziyên hundirîn û derveyî li Iraqê, wî karî wê qonaxê bi serkeftin derbas bike. Her di wê qonaxê de bû ku gelê Kurd li Başûrê Kuridstanê di warê avadanî û abûrî de pêşketinên berçav bi dest xist.

‘KURDAN DI ENÎ Û PLATFORMEKE NETEWÎ DE KOM BIKE’

Em weke Kongireya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), ji ber ji destdan a Mam Celal pir xemgîn in. Em destpêkê serxweşiyê didin xwe, malbat û kesûkarên birêz Mam Celal, serokatî, endam û alîgirên Yêkitiya Niştîmanî û hemû gelê Kurdistanê. Em xatircem in ku cihê Mam Celal di nava rûpelên geşê dîroka gelê me de wê her tim zindî bimîne.

Birêz Mam Celal, her tim xema wê yekê dixwar ku dengên cuda di enî û pilatformek neteweyî de kom bike. Ji xwe Yêkitiya Niştîmanî yek ji berhemên wê têkoşînê ye. Em bi hêvî ne ku rêwîngîyên rçêya Mam Celal xebata wî berdewam bikin û ji bo yêkitiyek neteweyî pêngavên çalak bavêjin.”