KNK’ê serdana PDK-Î kir
Heyeteke ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, piştî êrîşa bombeyî ya li dijî navenda PDK-Î, sersana sersaxiyê kir.
Heyeteke ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, piştî êrîşa bombeyî ya li dijî navenda PDK-Î, sersana sersaxiyê kir.
Heyetek KNK’ê îro tevlî sersaxiya PDK-Î ya li bajarê Koy ê girêdayî Hewlêrê bû.
Di heyetê de tevî Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, Endamê Meclîsa Daîmî ya KNK’ê Farûk Cemîl, endamên KNK’ê Şukrûllah Amîn Şahid, Dewrêş Çîmen û Ferhat Doskî jî cihê xwe girtin.
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, ji Xalît Azîzî re hêviyên xwe yên sersaxiyê ragihand û got; “Ji bo pêşmergeyên PDK-Î û endamên asayîşê yên di êrîşê de şehîd bûn, sersaxiyê dixwazim.” Koç, diyar kir ku şehîd, şehîdên tevahî Kurdistanê ne.
BERIYA BIBE DERENG, DIVÊ EM BIBIN YEK
Koç di berdewamiya axaftina xwe ev gotin; “Eger em li mala xwe jî ne di ewlehiyê de bin, pêwîst e em vê rewşê bi awayekî cîdî bipirsin. Li dijî ew ên ku cesaret dikin me li malên me bikujin, divê li ser esasê yekîtiyê em tevbigerin.”