KNK'ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir

"Roja Cîhanî ya zimanê dayikê li hemû kurdên kurdîaxêv pîroz be û em bi hêvî ne ku zimanê me her dem ji pêşengên zimanên cîhanê be. Ji bo vê jî têkoşîneke plankirî dixwaz e."

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî ye:

"Zimanê Kurdî nasnameya gelekî kevnarê Rojhilata Navîn e. Ji ber ku di dîrokê de êrîşên li ser gelê me bûye sedemek ji bo mayîn û parastina taybetmendî û cudahiyên me. Piştî parçekirin û dagirkirina Kurdistanê û serdestiya biyaniyan û piştre jî encamên peymana Lozanê, dewletên serdestên (Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq) ê siyaseta înkarkirina ziman û hewldanên tinekirin, helandin şêwandina zimanê kurdî meşandin. Bi taybetî li Tirkiye û Îranê mafê bikaranîna zimanê dayikê nayê dayîn û ji vî mafê gerdûnî û qanûnî bêpar e.

Di vî warî de erkê saziyên navneteweyî û mafên mirovan e ku li hemberî vê zilma dewletên Tirkiye û Îranê û fişar - zextên bikaranîna zimanê zikmakî yên li ser gel û civakên di nav sînorên van her du dewletan de bêdeng nemînin.

Guhertinên lezgîn û werpêçên li cîhanê û şoreşa ragihandin û alavên elektronîkî rasterast bandor li ser ziman kiriye û dike û gihandiye asteke dinê. Ew dikare bi awayek erênî sûd jê bê girtin. Di vî warî de zimanê kurdî serbarê ku xwedî pêgeheke baş û berçav heye, ji ber wê jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê spasiya hemû wan hewldanên takekesî û saziyên di vî warî de dixebitin dike. Her wiha erkê Hikûmeta herêma (başûrê Kurdistanê) û Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê ye jî ku di warê polîtîkaya ziman û plansaziyên ziman ve kar û xebata li hev nêzîkkirin û parastina zarav û binzarên zimanê Kurdî têxin rojev û stratejiya karen xwe da û budce jê re bê mezaxtin û saziyên taybetmend jê re bêne raspartin. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê - KNK ji bo piştgiriya van xebatan amade ye û bi berdewamî jî hewl dide zaraveyên zimanê kurdî nêzîkî hev bike, biparêze û bi pêş bixe. Wek çawa îsal di 21ê sibatê de bi hemahengiya Akademiya Kurdî li başêrê Kurdistanê wê ji çar panelîstên her çar parçeyên Kurdistanê re civînek - korbendekê li dar bixe. Di salên bihurî de jî ligel zaîngehên Kurdistanê çend çalakiyek me encam dan.

Roja Cîhanî ya zimanê dayikê li hemû kurdên kurdîaxêv pîroz be û em bi hêvî ne ku zimanê me her dem ji pêşengên zimanên cîhanê be. Ji bo vê jî têkoşîneke plankirî dixwaz e."