Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê peyama pîrozbahiyê da, ji KNK di derbareyê kongreya 14. de agahdar kirine û vexwendine spas kir.
Di daxuyaniya KNK’ê de hat bibîrxistin ku ev Kongre di demeke gelek hessas de kom dibe got, “Ji milekî ve Kurd û Kurdistanî têkoşîna mayîndekirina destkeftan didin, ji bo avadankirina van destkeftan xebateke fedakarane dikin û li milê din jî li dijî dijminan şerê man û nemanê didin.”
Peyama KNK’ê wiha dewam kir;
“Ji serê salên 1990’î ve Kurd û Kurdistaniyan îro karîne ku ji başûr heta rojavaya Kurdistanê sîstema xweseriya xwe ava bikin. Di paralelî van destkeftan de li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî xebat û têkoşîneke bilind didin.
Îro di rastiya Rojhilata Navîn de Kurd û Kurdistanî di pêşxistina prosesa azadiyê de hêza herî dînamîk û demokratîk temsîl dikin û ev e ya ku ji dinyaya demokratîk destekê dibîne.
Lê belê, dewletên dagirker ji vê pêşveçûna Kurd û Kurdistaniyan hindî hûn bêjin aciz in. Di serî de dewleta Tirkiyeyê û Îran di nav hewildanên xirabker û wêranker de ne. Hikûmeta Bexdayê hêj jî xwe ji zihniyeta şovenîzma Erebî xilas nekiriye û beramberî xelkê me di nav reftareke negatîv de ye. Her wisa hikûmeta Şamê jî polîtîka qedîm ya antî Kurdistan ya Beasê didomîne. Niyeta hikûmetên Bexda û Şamê wekî ya Îran û Tirkiyeyê jî be, di şertên heyî de ew hêza wan a têkbirina destkeftên Kurd û Kurdistaniyan nîne. Lê Îran bi hêza xwe ya mezhebî tesîreke xurt li ser hikûmetên Bexda û Şamê dike û ev pozisyona Îranê li ser esasê zerarkirina Kurd û Kurdistaniyan encam dide.
Dewleta Tirkiyeyê jixwe temamî polîtîka xwe li ser berzekirina Kurdan dîzayn kiriye û li gorî vê yêkê di nav pratîkeke xwînxwar de ye. Dagirkeriya wan a li ser başûr û rojavayê Kurdistanê nîşaneya vê polîtîka wan ya dijminane ye. Li aliyekê hêzên xwe yên leşkerî ji bo gefên xwe yên wêrankirina Kurdistanê li başûrê Kurdistanê hazir û amade digire, li aliyê din leşkerên xwe digel hêzên paramiliter yên Sûriyeyê rêdike Sûriyeyê. Îro dewleta Tirkiyeyê ji rojavayê Kurdistanê ve Sûriye dagir kiriye. Dewleta Tirkiyeyê gelek eşkere şerê Kurd û Kurdistaniyan dike ku li ser axa xwe nebine xwedî maf û azadî.
Dagirkeran her wiha DAIŞ jî kirine belaya Kurdistanê û ji milê Îslamiya Erebîst ve dixwazin jiyanê li Kurdistaniyan heram bikin.
Dinyaya demokratîk di vê hercûmerca Rojhilata Navîn de piştevaniya Kurd û Kurdistaniyan dike. Ji prosesa tê jiyîn bi başî tê dîtin ku Kurd û tifaqdarên xwe di eniya demokratîk de têkoşîneke xurt a azadî, demokrasî û wekheviyê didin. Di nav vê antî demokratîzm, dîktatorî, kevneperestî û nijadperestiya de ku hêz û rejimên desthilatdar ên Tirk, Fars û Ereb dikin, ronahiya Rojhilata Navîn di berxwedana xelkê Kurd û Kurdistaniyan de tê dîtin û cîhana demokratîk vê yêkê teqdir dike ku ev e di berxwedana efsanewî ya Kobaniyê de hate dîtin.
Şert û mercên navxweyî û derveyî imkanê serkeftina Kurdan û hevqederên wan ên li Kurdistanê didin. Lê belê, di nav vê tabloyê de rûyê bi qisûr û kêmasî dîsa ve nebûna tifaqa mezin a navxweyî ye. Kurd û Kurdistanî di nav van şertên hinde gihiştî û pozîtîv yên serkeftinê de heke zûtirîn dem vê bêserûberî û berbelaviya polîtîk ya navxweyî berevajî bikin û hêzên xwe li ser bingehê berjewendiyên neteweyî û niştimanî bikine yêk wê serkeftineke gelek mezin bi dest ve bînin.
Di vî warî de her dem hewildan hene û îro ev denge gurtir bûye. Hûn baş dizanin ku hebûna KNK’ê ji bo vê armanca mezin e ku tifaqa herî mezin navxweyî pêk bê.
Ev demek e ku partiyên Kurd û Kurdistanî bangên pêkînana yêkîtiya Kurd û Kurdistaniyan dikin. KCK’ê pozisyona xwe careke din eşkere kir ku amade ne ji bo vê pêkînana tifaqa navxweyî. Hêvî dikin hêzên din yên Kurd û Kurdistanî jî gavên berbiçav biavêjin di vî warî de. Şik tê de nîne ku xelkê me vê daxwazê dike û bihayeke mezin dide van pozisyonan ku hêzên pêşeng di pratîkê de bi cih bînin.
Hevalên hêja,
Helbet plan, proje û pratîkên dijminane yên dagirkeran li giştî Kurdistanê berdewam in. Lê bi taybetî li rojavayê Kurdistanê ev xetere di dereceya bilind de ye. Lewma hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên rojavayê Kurdistanê divê bi vê şuûrê hereket bikin û di serî de tifaqa xwe ya navxweyî pêk bînin û vê tifaqa xwe ji bo beşên din ên Kurdistanê bikine nimûne.
Em wekî KNK bawer dikin ku kongreya we jî wê bibe platformeke bilindkirina vî dengê hêvîdar ê pêkînana tifaqa navxweyî.
Bi van bîr û baweriyan em kongreya we ya 14. pîroz dikin û daxwaza serkeftinê dikin.
Digel rêz û silavên me yên germ.”