KNK: Divê gelê Kurd û dostên wê li dijî tecrîdê hîn bêhtir têbikoşin

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir û bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand û komplo şermezar kir.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Em Komploya Navneteweyî ya ku di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatî kirin, bi tundî şermezar dikin!

Birêz Ocalan doza azadiya gelê xwe dike û têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Tifaqdarên dewleta Tirk; DYE, dewletên Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistan, Rûsya, Israîl, Misir û Kenya ji bo berjewendiyên xwe, hemû normên mirovî û exlaqî binpê kirin û bi dek û dolaban Birêz Ocalan radestî dewleta Tirkiyeyê kirin.

Amanca komployê ew bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, tasfiye bikin. Pêvajoya piştî komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihiştin armanca xwe. Hêvî dikirin ku PKK têk biçe. Di pêvajoya van 25 salan da çi hêvî dikirin tam berevajî çêbû. Birêz Ocalan di zîndanê de li ber xwe da û zîndana Îmraliyê jî kir qadeke tokoşînê. Li aliyê din Tevgera Azadiyê û hemû gelê Kurdistanê jî di van 25 salane de berxwedanekî bê hempa pêş xistin û komplo vale derxistin.

Her çend komploger negiştibin amanca xwe jî, lê ji dev êrîş û dek û dolabên xwe jî bernedane. Niha jî dewleta Tirk, bi hemû awayî dijminatiya gelê Kurdistanê dike û êrîşên xwe didomîne. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Başûr, Rojava û rojhilatê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin û êrîşî hemû deskeftiyên Kurdan dike. Komplo bi awayekî din berdewame û divê Kurdistanî û dostên xwe, vê rastiyê bibînin û li gorî vê rastiyê tedbîran bigrin û têkoşînê bilind bikin.

Li ser komploya 15’ê Sibatê re 25 sal derbas bûne. Birêz Abdullah Ocalan heta niha jî, girtiye û di bin tecrîdekî giran de ye. Ev 35 meh in ku ji Birêz Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê, ti agahî nayên girtin. Di nava van 35 mehan de ne malbat, ne jî parêzer Birêz Ocalan û hevalên wî nedîtine û dengê wan ne bihîstine. Di nava van 35 mehan de ne name ne telefon ne ti peyamên wan negiştine me. Li dijî vê yekê dostên gelê Kurd 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ dan despêkirin. Ev pêngav bi berfirehî tê meşandin. Em jî weke KNK di nava vê kampanyayê de cih digirin û piştgiriyê didin kampanya azadiya Birêz Ocalan. Em bang li gel û hemû hêzên Kurdistanî dikin ku ew jî piştgirî bidin vê kampanyayê.

Di çarçoveya vê kampanyayê de, bi pêşengiya dost û hevalên Birêz Ocalan de, 17’ê Sibata 2024’an roja Şemiyê li bajarê Koln ê Elmanyayê, meş û mitîngeke mezin tê lidarxistin. Bi vê wesîleyê em weke KNK bang li hemû Kurdistaniyan û dostên Kurdan dikin ku beşdarê vê meşa mezin bibin û weke 15’ê Sibata 1999’an dengê azadiyê bilind bikin û komplogeran şermezar bikin.

KNK di salvegera komploya 15’ê Sibatê da careke din bang li hemû Kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yêkîtî û tifaqa xwe xurt bikin.”