KJK: Em bi ruhê Kobanê hêzên qirker têk bibin

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û got, "Dem hatiye, ku em bi ruhê Kobanê hêzên qirker têk bibin, sîstema Îmraliyê parçe bikin û bi Rêberê xwe re azad bijîn."

Koordînasyona KJK'ê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku berxwedana Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û hêzên herêmî û navneteweyî yên li pişt wan navê berxwedaneke bêhempa ye. KJK'ê destnîşan kir, ku berxwedaan Kobanê rûmeta erdnîgariya Kurdistanê û nasnameya azad a jin û gelan e.

Di daxuyaniya KJK'ê de wiha hate gotin: "Bi wesîleya salvegera sêyemîn a rizgariya Kobanê, di şexsê Şehîd Arîn de em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên Kobanê diqewînin ku em vê nasnameya azad deyndarê wan e. Em careke din soz didin, bi azadkirina her bihosteke vê axê, bi wekhevî û serketinê re em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.

Berxwedana Kobanê bi şehîd û gaziyên xwe, bi şervanên xwe yên nû û kevn, bi jin û mêr, extiyar û ciwan û şervanên ji nasnameyên cuda, bi fermandarên xwe bûye desteana azadî, wekhevî, berxwedan û hêviya serdema heyî. Di demekê de ku çeteyên hov DAIŞ'ê dixwest li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û tevahiya cîhanê bêhêvî, hovîtî, destavêtin, talan, koledarî û rewşeke nediyar serdest bike, xeta azadiyê ya Apoyî û şervan û nasnameya wê ya berxwedêr bûn navê wekhevî, azadî û hêviyê. Bi vê yekê re destaneke bêhepma ya azadiyê hatiye nivîsandin. Ev destan herî zêde ji bo jinan, ji bo gelên bindest bûye çavkaniyeke mezin a îlhamê. Bi berxwedana Kobanê re jin û gelên bindest ji aliyê berxwedan, jiyana hevpar, piştevanî, rakirina sînorên li pêşiya xwe, wêrekî, hêvî, nirxên sosyalîzm û demokrasiyê ve xwe hîn bêhtir zane kirin. Ji ber vê yekê, berxwedana Kobanê di sedsala 21'ê de mîladeke. Mîladeke ku rizgariya jinê û sosyalîzmê bi rengekî herî bilind û ahengî deng vedaye.

Ev dengê dengê şoreşa li Kurdistanê afirî, dengê xeta Rêber Apo, dengê zindan û çiyayên Kurdistanê, dengê şoreşa jinê, dengê şehîdên şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Ew deng e ku dilên bi eşqa azadiyê lê didin bûn yek û veguherî îradeya şerekî têk naçe. Mîna duh, îro jî sîstema mêtinger qirker a bi serkêşiya dewleta Tirk û faşîzma AKP'ê, dixwaze vî dengê bi rûmet ê Rêberê me, gelê me, gelên me, gerîlayên me û jinên me yên berxwedêr ji holê rake û polîtîkayên hovane yên qirkirinê bixe meriyetê. Bi taybetî di vê demê de, ku em bi ti awayî nikarin agahiyekê ji çavkaniya vê berxwedanê ji Rêber Apo agahiyekê bigirin, wezîfeya me ya herî mezin e ku bi ruh, wêrekî û îlhama Kobanê têbikoşin û hesab ji dijmin bipirsin. DAIŞ êdî têk çû. Niha dor hatiye têkbirina afirînerên DAIŞ'ê, ew hêzên ku DAIŞ'ê xwedî dikin. Dor hatiye têkbirina yên weke Erdogan ku bi gotina 'Kobanê li ber ketinê ye' mîna çeqelan xwe dabû bendê. Dem hatiye, ku em bi ruhê Kobanê hêzên qirker têk bibin, sîstema Îmraliyê parçe bikin û bi Rêberê xwe re azad bijîn.

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku roja ji nû ve vejînê ya sedsala 21'ê ye, li her kesên alîgirê azadî, wekhevî û bedewiyê pîroz be. Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku zext û zordariya qirkirinê û sîstema Îmraliyê bi ruhê şoreşa Kobanê parçe bikin û bi Rêber Apo re bi awayekî azad bijîn."