Kemal Pêncwînî hat bibîranîn

Di salvegera 5’emîn a şehadeta wan de Kemal Pênciwînî û hevrêyê wî Sidiq li goristana Pênciwînê hatin bibîranîn.

Merasîma bi bîranînê li navçeya Pêncewînê ya bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bi tevlêbûna ji malbat, hevrê û endamên Tevgera Azadî pêk hat. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre gul danîn ser gora her du şehîdan Kemal Pênciwînî û hevrêyê wî Sidiq.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Şehîdan Şukrî axivî. Şukrî di serî de sersaxî ji bo herdu malbatên şehîdan xwest û behsa kesayatiya şehîd Kemal kir û wiha pêde çû; “Heval Kemal bê tirs û bê guman ji bo welat xebitî. Wek gerîllayekî kar û xebat da meşandin. Bi pêşengtiye xwe bû kelemekî ber çavê neyaran. Ji ber vî tiştî dijmin bi planeke wehşane her du hevalên me şehîd kirin. Tişta ku dikeve ser milê me ev e ku em alaya hevalê Kemal bilind bikin û xeyalên wî ya Kurdistaneke azad û serbixwe pêk bînin. Careke din em li ser gora şehîd Kemal soza xwe ya têkoşînê dubare dikin.”

Li ser navê Tevgera Azadiyê jî Soran Hesû axivî. Hesû di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata herdu şehîdan xwest û wiha berdewam kir; “Şehîd Kemal kesayetekî wiha bû ku bi têkoşîn û berxwedaniya xwe xeta îxanetê lerizand. Lazim e bizanin ku yên ku van komployan pêk tînin mixabin ew Kurd in ku îxanet hilbijartine û tiliya wan di şehîdkirina şehîd Kemal û bi hezaran hevalên wî de hene. Li vir em sozê didin ku em ê herdem rêhevalê şehîd Kemal bin.”

Kurê şehîd Kemal Pêncwînî, Kardû Pêncwînî ji ajansa me re axivî û wiha got; “ Di serî de em pêncemîn salvegera şehadeta Kemal Pêncwînî û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Em malbata şehîd ji ber rewşa tenduristî ya heyî û xeteriya koronayê me nekarî wek salên borî bi merasîmeke bi heybet wan bi bîr bînin. Lê îsal me xwest bi danîna gulan a li ser gora her du şehîdan bersivekê bidin kesên ku ev komplo kirine.”

Merasîm bi sloganên şehîd namirin bi dawî bû.