KCK: Kujerên Roboskî 5 sal in nehatine eşkerekirin
KCK: Tevî ku li Roboskî 34 can hatin kuştin, êrîş li dijî gelê Kurd û malbatên Roboskî yên hesabê komkujiyê dipirsiyan hate kirin. Hê jî li ser gelê Roboskî zext, gef û şantajeke giran heye.
KCK: Tevî ku li Roboskî 34 can hatin kuştin, êrîş li dijî gelê Kurd û malbatên Roboskî yên hesabê komkujiyê dipirsiyan hate kirin. Hê jî li ser gelê Roboskî zext, gef û şantajeke giran heye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, tevî ku di ser Komkujiya Roboskî re 5 sal derbas bûne, kujer hê nehatine eşkerekirin û hesab nehatiye pirsîn.
KCK'ê da xuyakirin, ku ji bo leşker û polîs di şerê qirêj ê li Kurdistanê ji xîretê nekevin, dest li kujerên komkujiyê nehatiye dayîn û wiha dewam kir: "Di hemû cînayetên dijî Kurdan de ev helwest veguheriye polîtîkayeke dewletê. Mîna salên 1990'î, di dema desthilatdariya AKP'ê de jî, kujerên bi hezaran Kurd û demokratan nehatine dîtin û nehatine darizandin. Bi vê polîtîkayê re mesaja 'eger hûn li ber vê dewletê rabin hûn ê bên kuştin, kes jî xwedî li we dernakeve' ji Kurdan û demokratan re tê dayîn. Ev polîtîka, tepisandina civakê weke amûrekê bi kar tîne.
Tevî ku li Roboskî 34 can hatin kuştin, êrîş li dijî gelê Kurd û malbatên Roboskî yên hesabê komkujiyê dipirsiyan hate kirin. Hê jî li ser gelê Roboskî zext, gef û şantajeke giran heye. Roboskî ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve weke gundekî dijmin û divê were cezakirin, tê dîtin.
Gelê me û şêniyên Roboskî wê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Ji bo bîranîna şehîdan, wê li dijî polîtîka û zîhniyeta rê li ber vê komkujiyê vekir, têkoşîna xwe bidomîne. Ji ber ku, heta ev polîtîka û zîhniyeta rê li ber vê komkujiyê vekir ji holê neyê rakirin, komkujiyên bi vî rengî wê neqedin.
Yên ku bombe li zarok û ciwanên Roboskî barandin, yên ku bedenên wan parçe parçe kirin, her roj bombeyan li Kurdistanê dibarînin û dijminatiya xwe ya li Kurdan li her derê nîşan didin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî ji bo tola şehîdên Roboskî û hemû şehîdan hilîne, têdikoşe ku Kurdistana azad bafirîne. Dema Kurdistan azad bû û Tirkiye demokratîk bû, wê hingî tola şehîdên Roboskî hatibe hilanîn.
Mîna şehîdên Roboskî, gelê Botanê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de berdêlên gelekî giran daye. Bi van berdêlan re têkoşîna azadiyê bûye xwedî nirxên têk naçin. Lewma êrîş çiqasî giran jî bûn, nekarî pêşî li pêşketina têkoşîna li ser bingeha van nirxan bigirin.
Di salvegera Komkujiya Roboskî de wê kuştina zarok û ciwanan bi ti awayî neyê jibîrkirin û di dawiya dawî de hesab ji berpirsyarên komkujiyê were pirsîn."