KCK'ê ji bo Pîr Latîf Kalfirat peyama sersaxiyê weşand

KCK'ê ji ber wefata Pîr Latîf Kalfirat ku serokê damezrîner ê Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê bû, ji malbata wî, civaka Elewî û gelê Kurd re sersaxî xwest. KCK'ê destnîşan kir ku keda wî wê ti carî neyê jibîrkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata serokê damezrîner ê Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê Pîr Latîf Kalfirat daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Pîr Latîf Kalfirat serokê damezrîner ê Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê bû ku di salên 1990'î de ava bû û hate gotin, "Bila serê malbata wî, civaka Elewî û gelê Kurd sax be. Keda wî wê ti carî neyê jibîrkirin. Azadiya baweriya Elewiyan û jiyana xweser a Dersimê bi ziman, çand û nasnameya xwe li Kurdistanê ku hesreta wî bû wê teqez pêk were.

Pîr Latîf Kalfirat di rêxistiniya Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê de her wiha di têkoşîna Kurdên Elewî ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê re xwedî roleke mezin bû. Ji bo Kurdên Elewî li nirxên Elewiyan bibin xwedî û ji bo azadiya baweriyê têkoşîna xwe geş bikin keda wî mezin bû. Eger niha di nava civaka Elewî de li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê têkoşîna azadiya baweriyê hebe, eger Elewî bi rengekî rêxistinbûyî têdikoşin, tevî rêxistinên Elewiyan û kesayetan her wiha keda Pîr Latîf Kalfirat û Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê girînge. Keda Pîr Latîf Kalfirat di weşandin û belavkirina Kovara Zulfîkar de mezin bû ku di salên 1990'î de zêdeyî deh hezaran dihate firotin.

Pîr Latîf Kalfirat pîrekî dilnizm ê Elewiyan bû ku Elewîtî di kesayetiya xwe de berbiçav kir. Jiyana derwîşî û civakî ya Elewîtiyê di şexsê Pîr Latîf Kalfirat de bi rengekî xurt şênber bû. Ji bo xwe gelekî girîng didît ku mîna Elewiyekî bijî. Tevî keda xwe ya ji bo rêxistina Elewiyan her wiha ji bo xwedîderketina Elewiyan li Kurdîtiya xwe û xurtbûna welatparêziyê jî hewldanên xwe yên girîng hebûn. Ev hewldanên wî jî wê neyên jibîrkirin.

Nirxên ku Pîr Latîf Kalfirat diparastin niha hemû di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de tên parastin.

Ne tenê Federasyona Komeleyên Elewiyan a Demokratîk divê komele û weqfên Elewiyan hemû li Pîr Latîf Kalfirat bibin xwedî. Ji ber ku yek ji pêşengên têkoşîn û rêxistinbûna Elewiyan bû. Di têkoşîna azadiya baweriyê ya Elewiyan de kedeke xwe ya mezin hebû. Em careke din wî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê hesretên wî pêk bînin."