KCK'ê bi milyonan mirovên beşdarî Newrozê bûn pîroz kir

KCK: Gelê Kurdistanê yê welatparêz bi milyonan kesî dakete qadan û Newroza 2023'an pîroz kir ku weke Newroza Rêbertî ya 50'yemîn pênase dikir. Em gelê Kurdistanê yê welatparêz ji dil pîroz dikin, silav dikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelê me li her devera ku lê ye bi dirûşma 'Her der Newroz her dem azadî' cejna berxwedan û vejînê Newroz bi tevlîbûneke mezin pêşwazî kir û pîroz kir. Gelê Kurdistanê yê welatparêz bi milyonan kesî dakete qadan û Newroza 2023'an pîroz kir ku weke Newroza Rêbertî ya 50'yemîn pênase dikir. Em gelê Kurdistanê yê welatparêz ji dil pîroz dikin, silav dikin. Newroza 2023'an bi beşdariya bi milyonan kesî veguherî roja têkoşîna mezin a li dijî mêtingerî, qirkerî, dagirkerî û faşîzmê. Pêvajoyeke bi heybet û serketî ya Newrozê pêk hat. Em spasiya her kesî dikin ên ku cejna vejîn û berxwedanê Newroz di dilê xwe de hîs kirin, daketin qadan an jî li devera ku lê ye pîroz kirin."

'BI PÎROZBAHIYA NEWROZÊ RE DERBEKE MEZIN LI FAŞÎZMA HEJIYAYÎ HATE XISTIN'

Di daxuyaniya KCK'ê de hate gotin, "Gelê Kurdistanê yê welatparêz Newroz bi xurtî û bi heybet pêşwazî kir, bi vî rengî helwesteke zelal li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst nîşan da ku ev desthilatdarî temsîliyeta mejiyê qirker mêtinger dike. Derbeke mezin li faşîzmê xist ku li ber hilweşînê ye. Tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst ji bo biserxistina qirkirina Kurdan hate avakirin û li ser desthilatdariyê hate danîn. Bi vê armancê, faşîzma AKP-MHP'ê di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi armanca tasfiyekirin û dagirkeriyê dest bi êrîşan kir. Em gel û tevger ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve li dijî faşîzma AKP-MHP'ê di nava helwesteke berxwedanê ya topyekûn de ne, li ber xwe didin. Weke ku me beriya niha gelek caran diyar kir; desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst di encama têkoşîna me de li ber hilweşînê ye. Heta niha li hemberî her cûre êrîşên dagirkeriyê, komkujiyan, êşkence, girtin, zext û kiryarên şerê taybet weke gel û tevger me bi berxwedaneke mezin bersiv dan û nehişt ku AKP-MHP'ê bigihêje armanca xwe. Ya ku AKP-MHP anî ber hilweşînê ev têkoşîn e. Gelê me bi tevlîbûna xurt a li pîrozbahiya Newrozê, derbeke din a mezin li vê faşîzma hejiyayî xist."

'BI MILYONAN KESÊN BEŞDARÎ NEWROZÊ BÛN, DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN'

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha dewam kir:

"Di Newrozê de gelê Kurdistanê yê welatparêz dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi rengekî gelekî xurt nîşan da. Helwest û peyama herî şênber a gelê me yê li Newrozê ev bû. Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurdistanê her tiştên xwe feda kir. Ji bo jinûve hebûna gelê Kurdistanê ku pergala mêtinger qirker ew anîbû ber tune bûnê, Rêber Apo bi berpirsyarî û baweriyeke mezin dest bi vê têkoşînê kir ku di encamê de gelê Kurdistanê gihîştiye vê astê. Ev têkoşîna ku Rêber Apo beriya 50 salî di pêvajoyeke Newrozê de da destpêkirin, gelê Kurd ji tunebûnê xilas kir û hebûna wê jinûve misoger kir. Ev meşa azadiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin îro li qadan veguheriye qîrîna azadiyê ya bi milyonan mirovî. Gelê Kurdistanê di encama vê têkoşînê de ji tunebûnê xilas bû û niha di şexsê faşîzma AKP-MHP'ê de mejiyê mêtinger qirker li ber hilweşînê ye. Bêguman gelê Kurdistanê yê welatparêz baş zane ku yê ev pêk anî Rêber Apo ye. Gelê Kurdistanê heta niha bi hişmendiya kûr a vê yekê tevgeriya û Newroza 2023'an jî bi vê hişmendiyê pêşwazî kir. Bi milyonan kesên ku tevlî Newrozê bûn bi yek dengî li ber tecrîdê rabûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Bi vê helwesta xwe gelê Kurdistanê nîşanî her kesî da ku Rêber Apo îradeya wan e û muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

'CIWANAN HER DER KIRIN QADA NEWROZÊ'

Ciwanên Kurdistanê yên welatparêz jî ji demên bihurî xurtir tevlî bûn. Ciwanan li her derê bendên mêtingeran ji ber xwe rakirin û kirin ku Newroz li ser bingeha berxwedanê bê pîrozkirin. Her der kirin qada Newrozê. Faşîzma AKP-MHP'ê xwest ku bi rêya bendan Newrozê tenê li hin qadan asê bike, lê belê ciwanan ev bend hilweşandin û Newroz derbasî nava kolan û taxan kirin. Bi vê helwesta ciwanên Kurdistanê yên welatparêz re Newroza 2023'an hîn bi heybet derbas bû û bi ser ket. Em ciwanên Kurdistanê yên welatparêz ji dil pîroz dikin ku bi mîsyona pêşengiyê radibin û Newrozê li ciwanan hemûyan pîroz dikin. Ciwanên Kurdistanê yên welatparêz careke din nîşan dan ku fedaiyên Rêber Apo ne û li ser şopa stêrka sor a Kurdistanê hevrê Elî Çîçek dimeşin. Ciwanan bi vê helwesta xwe raxist pêş çavan ku ew ê gotina 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' a Rêber Apo pêk bîne.

'JINAN RUHÊ 8'Ê ADARÊ GIHANDIN QADÊN NEWROZÊ'

Jinan ruhê berxwedanê yê 8'ê Adarê gihand qadên Newrozê û kirin ku Newroz hîn bi xurtî, bi hestên berxwedanê bê pîrozkirin. Em jinan hemûyan pîroz dikin ku ji 8'ê Adarê heta Newrozê pira berxwedanê ava kirin û wate û reng dan Newrozê. Bi rêzdarî û hezkirin silav dikin.

SPASIYA RÊXISTIN Û KESAYETAN HATE KIRIN

Di Newrozê de gelek rêxistin, sazî û kesayetan peyam dan, nîşan da ku bi têkoşîna gelê Kurdistanê re ne û helwesta yekîtiyê raber kirin. Nerazîbûna xwe li hemberî tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo nîşan dan. Em gelekî bi wate dibînin ku sazî û kesayaetên şoreşger, sosyalîst, welatparêz, demokrat tevlî Newrozê bûn, bi axaftin û helwesta xwe nîşan dan ku bi gel re ne. Ji ber vê helwesta wan em spasiya her kesî dikin, wan pîroz dikin. Em peyama Lîderê YNK'ê Birêz Bafil Talabanî jî di vê çarçoveyê de bi wate û girîng dibînin û weke helwesteke welatparêziyê dinirxînin.

'GELÊ KURD NÎŞAN DA KU DI HILBIJARTINÊ DE DIVÊ HELWESTEKE ÇAWA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BÊ NÎŞANDAN'

Gelê Kurdistanê di Newrozê de li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê helwesteke zelal nîşan da û raxist pêş çavan ku di hilbijartinê de divê helwesteka çawa bê nîşandan. Gelê Kurdistanê yê welatparêz bi têkoşîna xwe ya heta niha, polîtîkayên tasfiye û qirker ên faşîzma AKP-MHP'ê pûç kir. Bi peyama ku di Newrozê de da, nîşanî her kesî da ku wê vê yekê bibe serî. Divê her kes vê helwesta gelê Kurdistanê bibîne û baş fêhm bike. Faşîzma AKP-MHP'ê ku dijminê Kurdan e, wê teqez hilweşe û faşîzm ji hev belav bibe. Bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê re ne tenê azadiya gelê Kurd her wiha wê gelên Tirkiyeyê jî ji bin zexta faşîzmê bê rizgarkirin û pêşî li Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk bê vekirin. Em careke din Newroza 2023'an li her kesî pîroz dikin û bi vê armanc û hesretê bang li her kesî dikin ku têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst bilind bikin.

Em di wê baweriyê de ne ku sala 2023'an wê bibe sala hilweşandina faşîzmê."