KCK: Divê her kes di têkoşîna Huseynî ya hevdem de cih bigire

"Em diyar dikin ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, ku tevgereke hevdem a Huseynî ye, em bîranînên wan didin jiyîn. Em bang li her kesî dikin ku di têkoşîna hevdem a Huseynî de, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de cihê xwe bigirin."

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir Elewî û Misilmanên Şîa careke din bi rojiya Miherremê têkoşîna Hz. Huseyîn a ji bo heq û dadmandiyê vedibêje.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê ev berxwedana ku wijdana mirovahiyê zindî dihêlin slav kir û got: "Yên ku di van berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bila giyanê wan her şad û bextewar be. Ên ku qencî û xweşikî diyarî mirovahiyê kirine nayên jibîrkirin. Hz. Huseyîn nirxekî wiha ye ku her dem tê bibîranîn û jiyîn. Berxwedana Kerbelayê ya bi Mîladî ku sala 680'yî hate kirin, temsîla pêgirîbûna bi maf û dadmendiyê ya mirovên Rojhilata Navîn, peyitandina wê ya xurt e ku şert û merc her çi dibin bila bibin li dijî zordaran wê berxwedanî hebe. Kerbela nîşan daye ku mirovê xwedî wijdan li dijî neheqiya mezin, li dijî revdeyeke înkarê û sûdparêzê ya destilatdariyê divê çi were kirin. Ev serhildana ku mînakên wê kêm in, serbilindiya çanda berxwedanê ya Rojhilata Navîn e. Berxwedana Kerbelayê, li gel ku 1337 sal di ser re derbas bûne jî, bîranîna wê wiha zindî ye, weke ku duh hatibe jiyîn. Her wiha nîşan dide yên ku li dijî rêveberên zordar heq diparêzin di nav gelên Rojhilata Navîn de çawa weke xwedî nirxekî mezin tê dîtin.

Têkoşîna li çola Kerbelayê ne êrîşa zordariya Sinnî ya bi ser Şîa mezlûm de ye. Têkoşîna li Kerbelayê ne serhildana şexsekî ya li dijî dewleteke Sinnî ye. Tişta ku li çola Kerbelayê rû da ew e ku mirovekî xwedî îmana kamil, li dijî pergala zordar ku di destê yekî çepel têkoşiya ye. Li wir ya ku hatî jiyîn, li dijî zordarekî ku ebayê xelîfetiyê li ketîbûna xwe ya desthilatdariyê û li ser zilma xwe jî kirasê dîn lê kirî, têkoşîna mirovekî wiha ye ku dilê wî mîna yê zarokê di hembêza wî de pak e. Bûyera ku li Kerbelayê rû da ew bû ku yekî gunehkar, mirovên pak bi hinceta 'hûn rajêr nebûn' kuştin. Wê rojê ya ku rû da ew bû ku li şûna ku di bin zordariya zordar de rojekê bijîn, helwesta hilbijartina mirinê û qîrîna vê bû. Ji bo vê jî Hz. Huseyîn nirx û çandek bû. Ew ne mezheb, firqe an jî partî lê qîrîna mirovekî wiha bû ku bûbû şahidê dadmendî, heqîqetê, qencî û xweşikiyê. Hz. Huseyîn û 72 can dengê wijdanê yên xakên Rojhilata Navîn e. Ew şûr e ku ji bo wekheviyê û biratiyê li dijî zordaran ji kalanê xwe hatiye derxistin. Ji bo vê jî rastiya Huseyin-î Kerbelayê ji wê rojê ve dirûşm û hevrêyê wan kesan e ku bi heq dizanin.

Îro hin hêz dixwazin li herêmê nakokiyên dîn û mezheban kûr bikin. Ev dixwazin dîn û çanda baweriyê ya gelên me ji bo berjeweniyên xwe bi kar bînin. Li dijî kana herî mezin dewletê, li dijî siyaseta bikaranîna dîn, mezhep û milet a partî û kesan em bang li gelên xwe dikin ku hişyar bin.

Her çendî bi nasnameyeke dînî hatibe dayin jî têkoşîna Hz. Huseyîn ne şerê mezhebî ya li dijî mezhebekî din e, şerê heqiyê yê li dijî zalimiyê ye. Em ji bîr nekin ku Yezît ê ku fermana kuştina Hz. Huseyîn li Kerbelayê dayî, her wiha bi menciniqan Kabeya hemû Misilmanan daye şewitandin. Di dinyaya niha ya berjewendîparêz de, ji her dînî û hişmendiya siyasî, weke ku di eniya Hz. Huseyîn de bin xwe nîşan didin lê bi kirin û gotinên xwe destekê didine Yezît em nas bikin. Dîtin û fêhmkirina vê rastiyê, wê bike ku xeta Huseyîn rastir were temsîlkirin û zindî bibe.

Di vê demê de ku şîna miherremê diqede, li gorî fermana bîranîna Hz. Huseyîn,em careke din dixwazin bi bîr bixin ku ya girîng ew enî ye ku em tê de ne. Sedema mirina mirovan a li Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û Kurdistanê hebûna wan kesên mîna Yezît a li vê xakê ye. Li gel ku 1337 sal derbas bûbin jî çawa kesên ku şehîdên Kerbalayê bi bîr tînin hebin û dilsozê Huseyîn hebin her wiha dilsozên Yezît jî hene. Serekê desthilatdariya AKP'ê Erdogan ku li Tirkiyê Elewî û Kurdan înkar dike jî zilamekî wiha ye.

Erdogan ku bi bikaranîna çeteyên Şimr’i hewl da şerê Şiî-Sinî derxine û weke Yezît bibe xelîfe, piştî ku ev lîstika wî nebû, bi referandûma Başûrê Kurdistanê, ku ji bin ve destek didayê, niha dixwaze di ser şerê Ereb û Kurd re vê lîstikê bilîze. Em bang li hemû Misilmanên Iraq, Tirkiye û Kurdistanê û bang li komên baweriyên dî dikin, li Iraqê ku Kerbela parçeyek jê ye, bila dijî vê lîstikê ku Erdogan dixwaze pêk bîne şiyar bin. Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê daxwaza derxistina şerê Elewî û Sinî, li Iraq û Başûrê Kurdistanê daxwaza derxistina şerê Kurd û Ereban û ji bin ve jî daxwaza derxistina şerê Sinnî- Şiî polîtîkaya TC’ê ya bi pêşengiya Erdogan e. Di van rojan Miherremê de em dixwazin diyar bikin Hiseynîbûn ew e ku di serî de mirov lîstikên ji tuxmê Yezîtan pûç bike, beriya ku mirov li nasnameya baweriyê binere xwişk û biratiyê geş bike.

Ji ber roja Aşûreyê em ji dil dixwazin rojiya 12 îmaman ya mirovên ku Hz. Huseyîn di dilê xwe de hîs dikin were qebûlkirin.

Em Hz. Huseyîn û yên ku li gel şehîd bûne bi bîr tînin. Em diyar dikin ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, ku tevgereke hevdem a Huseynî ye, em bîranînên wan didin jîyin, em bang li her kesî dikin ku di têkoşîna hevdem a Huseynî de, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de cihê xwe bigirin."