KCDK-E: Em qetlîama li Berlînê lenet dikin

KCDK-E, qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê ya li Berlînê lenet kir, bal kişandin ku ya DAÎŞ mezin kiriye AKP’e ye û banga têkoşîna hevpar kir.

Kongreya Civaka Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê, têkîldarî qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê ya li paytexta Elmanya Berlînê hat lidarxistin, îro daxuyaniyek nivsîkî weşand.
Di daxuyaniyê de ku sersaxî hat xwestin û qetlîam hat lenetkirin, wiha hat gotin;

“Çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê ku mîna pîrebokê bi ser mirovahiyê de hatiye, qetilkirin, tirsandin û qetlîama mirovan didomîne. Wisa dixuye ku çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û dijminê mirovahiyê dixwazin vê hovîtiyê berbelav bikin. Yek ji îspata vê rastiyê jî ew e ku êrîşa çekdarî ya li dijî sefîrê Rûsya yê Enqereyê Andrey Karlov, El Nûsreyê li xwe girtiye.

Mirovahiya Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye û tevahî cîhanê bi vê terora paşverû re hevrû ye. Ev hovîtiya ku şerekî psîkolojîk û rêbazekî terorê yê nû ye, gefê li mirovahî û jiyanê dixwe. Divê gelên Ewropayê vê rastiyê bizanin û li gor wê jî hişyariyên pêwîst li hikumetên xwe bikin û pêwîst e têkoşîna ku gelê Kurd bi qehremanî li dijî van kujeran didin bibînin û destek bikin.
Gelê Kurd û jinê wê yên leheng bi wêrektî li dijî van kujeran têdikoşe û hê jî bêyî bêzar bibin, vê didomînin. Divê gelên Ewropayê vê têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd bibînin, piştevaniyê bidin û li dijî van çeteyên paşverû eniya têkoşînê bi rêxistin bikin.” 

‘BI TÊKOŞÎNEK BIRYARDARÎ EM DIKARIN BIŞKÎNIN’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çete tenê bi têkoşînek biryardarî dikarin bên şikandin û wiha dewamî dayê; “Li dijî hêzên paşverû, divê gelên Ewropayê xwedî seknekê bin, pêwîst e rûyê rast ê mêtingeriya Tirk ku bi serkêşiya Erdogan van hêzan xwedî dike, teşhîr bikin. Divê neyê jibîrkirin, çeteyên El Nusra û DAÎŞ’ê, ji hêla AKP û mitefîkên wê hatine xwedîkirin, mezinkirin û wek cenawirekî danîne dijî mirovahiyê. Di şerê bêrehm de ku li dijî gelê Kurd tê kirin, hikûmetên cîhan û Ewropayê bêdeng mane.”

HIŞYARÎ Û BANG

KCDK-E, di dawiya daxuyaniyê de ev îfade kirin:

“Divê neyê jibîrkirin, eger ev hêlînên terora paşverû neyên sekinandin, wê qetlîam û rondik ranewestin. Ji ber wê jî em bang dikin ku em li qadên têkoşîna hevpar bikevin refan û li dijî van çeteyan têkoşînê mezin bikin.

Wek KCDK-E, em êşên malbatên mirovên ku di van êrîşan de hatine kuştin û gelê Elman parve dikin û her kesî li dijî van çeteyan dawetî têkoşîna hevpar dikin.”