KCD: Çûyina Mam Celal di têkoşîna azadiyê de valahiyek mezin e

KCD'ê ji ber wefata siyasetmedarê Kurd lîderê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî peyama sersaxiyê da. KCD'ê got ew ê li mîrateya Talabanî xwedî derkevin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber wefeta siyasetmedarê Kurd, lîderê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî peyameke sersaxiyê da. KCD'ê di peyama xwe de got "Çûyina Mam Celal di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de valahiyeke mezin çêkiriye û nevî, zarok û hevrêyên Mam Celal Talabanî, keç û xortên Kurdistanê wê xwedî li nirx û mîrateya wî derbikevin."

Peyama sersaxiyê ya KCD’ê wiha ye:

"Yek ji rêberê têkoşîna demokrasî û azadiya gelê Kurdistanê, Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talabanî wefat kir. Bi wefata Mam Celal re hemû gelê me di nava xemginiyekê de ma.

Mam Celal Talabanî jiyana xwe diyarî doza azadiya gelê Kurdsitanê kiriye. Di demeke wiha de ku ji hemû deman bêhtir hewceyiya me bi rêbertiya wî hebû de ji nav me koç kir. Ev çûna wî di nava têkoşîna gelê me de valahiyek mezin çêkir.

Jiyana Mam Celal bi zilm, êşkence û sirgûnê derbas bû. Li gel vê yekê jî bi jiyaneke bi rûmet û berxwedêrî bê navber di nava têkoşîna azadiyê de cih girt. Gelê me ti carî wê Mam Celal ji bîr neke.

Nevî, zarok û hevrêyên Mam Celal Talabanî bi keç û xortên Kurdistanê wê xwedî li nirx û mîrateya wî derkevin û wê têkoşîna azadiyê ya ku jiyana xwe di ber wê de daye bi serketinê tacîdar bikin.  Bi vê hest û baweriyê em sersaxiyê ji malbata Mam Celal, hevrêyên wî yên têkoşînê û gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê re dixwazin. Bila rehma Xwedê lê be.

Bila ruhê te şad be Mam Celal!

Bila çavên te li paş nemînin, gelê me wê doza te bi ser bixîne."