Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pîrozbahiyên 38. salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di pîrozbahiyê de ji gerîla re axivî û 38. salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
Kalkan şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got, "Em soza xwe ya bicihanîna armancên wan, bi wesîleya salvegerê careke din dubare dikin."
Kalkan di destpêka axaftina xwe de, ji ber wefata şoreşgerê mezin ê Amerîka Başûr Fîdel Castro, li ser navê partiyê û gel, bi rêzdarî û minetdarî ew bibîr anî û ji gelê Kubayê û hemû şoreşgeran re sersaxî xwest.
Dûran Kalkan diyar kir, coş, ruh û îradeya şoreşgerî ya Castro wê her tim bijî û destnîşan kir, ku di afirandina rastiya Rêbertî û xeta PKK'ê de para xwe gelek e.
Kalkan bal kişand ser bandora lêgerînerî, nûbûn, dildariya azadiyê û têkoşîna gerîla ya xeta Fîdel Castro û Che Gûevara ya li ser têkoşîna azadiyê ya Kurd û got, "Em dikarin bi hêsanî bêjin, şoreşgeriya Kubayê wê di nava PKK'ê û xeta serketinê ya PKK'ê de her tim bijî. Weke gelê Kubayê, em jî tespîta 'divê îdealên me bijîn' ya Fîdel Castro, weke wesiyetekê dibînin. Em ê îdalên wekhevî, demokrasî, parvekirin, piştevanî û sosyalîzmê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn belav bikin û veguherînin rizgariya bindestan. Li ser vê bingehê, Fîdel Casttro û vîna wî ya şoreşgerî, wê her tim bijî. Wê di têkoşîna PKK'ê de her tim bijî."
'BÊYÎ PKK'Ê LI KURDSITANÊ GAVEK NIKARE BÊ AVÊTIN'
Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de, 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê nirxand û da zanîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara xwe ya bingehîn di dema avakirina koma PKK'ê de da.
Kalkan da zanîn, Rêberê Gelê Kurd partîbûyîn gelekî girîng didît û got, "Destnîşan kir ku bi sekn û helwestên şexsî ti pêşketin nabe, pêşengî ji têkoşîna gelê Kurd re nayê kirin û ji bilî partîbûnê li Kurdistanê gaveke cidî nikare were avêtin. Lewma weke çare, partî ava kir. Got, 'Bêyî partiyê li Kurdistanê pel jî naheje'."
'EM DI AZADIYÊ DE BI BIRYAR IN'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê têkoşînê bi ser bixînin û wiha dewam kir: "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, biryardariya me bi serxistina vê têkoşînê, xurt e. Lehengî, şehîd û rastiya Rêbertî ya têkoşîna me, hêza me ya vîn û biryardariyê xurt dike."
Kalkan destnîşan kir, sala 39'an a PKK'ê wê bibe sala serketinê û got, "Em dikarin sala 39'an a partiyê bikin sala şoreş, serketin û azadiyê. Ji bo çareserkirina prisgirêkên ewlekarî, tenduristî û azadiyê yên Rêber Apo, ji bo azadkirian Kurdistanê em bi biryar in vê salê bikin sala serketinê. Li ser vê bingehê ez cejna vejînê careke din li Rêber Apo, hemû hevrêyan û gelê me pîroz dikim. Di sala 39'an a têkoşîna azadiyê de ji her kesî re serketinê dixwazim."