Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Kalkan: AKP di her kêliyê de dikare hilweşe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê wê li Cerablûs, Bab, xaka Sûriyeyê ji hev bikeve û bi xurtî têk biçe. Kalkan got, desthilatdariya AKP'ê ku bi şer li ser piyan e, di her kêliyê de dikare ji hev bikeve.

Kalkan bibîr xist, li Helebê komên ku pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê têk çûne û anî ziman, Enqereyê ev kom kiriye amûreke bazariyê, lewma êdî baweriya xwe bi Enqereyê nînin.

Kalkan da xuyakirin, hikûmeta AKP'ê li Sûriyeyê û Kurdistanê hewl dide bi rêya şer li ser piyan bimîne, lê hilweşîna wê nêz e.

LI HELEBÊ, KOMÊN TIRKIYEYÊ TÊK ÇÛN

Kalkan da xuyakirin, rewşa li Sûriyeyê gihîştiye cihekî krîtîk û got, "Hin hêzan hewl dan ji pêvajoya guherîna rêveberiya DYA sûdê werbigirin. Rûsya, Îran û Tirkiye serkêşê van hêzan e. Amerîkayê got, 'Em li Mûsil û Reqayê operasyonê dikin, li dijî DAIŞ'ê têdikoşin'. Lê belê zêdeyî mehek e şer li Heleb û Babê diqewime. Rûsya, Îran û rêveberiya Esad a di bin bandora wan de ye, di pêvajoyeke bi vî rengî de şerê Helebê derxistin pêş û kirin ku Helebê kontrol bikin.

Tirkiye, ji bo têkçûna plana DYA hewl da bi Rûsyayê de têkilî-tifaqê çêbike. Qaşo wê bi têkiliya xwe ya bi Rûsyayê re xurt bibûya. Lê belê xuya ye bûyerên diqewimin ne li gorî dilê Tirkiyeyê ye. Dibe ku Rûsya û Îranê Tirkiye xistibin nava lîstikê. Eger rewş bi vî rengî be, hingî ji bo Tirkiyeyê gelekî nebaş e. Ji ber ku komên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê li Helebê têk çûn. Niha ji wan re li cihekî digerin, ku wan bibin wir."

DYA PIŞTGIRIYÊ NADE POLÎTÎKAYÊN HEYÎ YÊN AKP

Kalkan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Tê gotin Tirkiyeyê bi Rûsya û Rêveberiya Sûriyeyê re lihev kiriye û bi vî rengî komên xwe careke din firotiye. Beriya niha DAIŞ xistibû bazarê. Gelo niha jî El Nûsra û hêzên ji wan re Artêşa Azad dibêjin, xistiye bazarê? Ev rewş bi vî rengî be, ev jî ji bo Tirkiyeyê gelekî nebaş e. Ev yek nîşan dide bê rêveberiya herî ya AKP'ê çiqasî berjewendîparêz e û bawerî pê nabe. Tirkiye ji bo hevsengiyê di nava vê rewşê de çêbike, dixwaze li xeta Bab-Minbicê bi pêş ve biçe. Bi dayîna Helebê re dibe ku dixwaze Rûsya û Îranê bêdeng bike, bi wan re lihev bike û di berdêla vê yekê de Bab û Cerablûsê bi dest bixe, bi vî rengî tevî Îran û Rûsyayê, li Sûriyeyê ich li DYA teng bike. Ji ber ku DYA piştgiriyê nade polîtîkayên heyî yên Tirkiyeyê.

Rêveberiya Obama xwe nêzî van polîtîkayan nekir. Tê gotin, rêveberiya Trûmp wê hê bi dijwarî li dijî van polîtîkayan derkeve. Ti hêviyeke erênî ya Tirkiyeyê ji rêveberiya DYA ya nû nîne. Lewma, berî ku rêveberiya nû ya DYA dest bi kar bike, ji bo karibe di çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de hê bi bandor be, hewl dide serdestiyeke leşkerî ava bike. Di vê çarçoveyê de Tirkiye êrîşî Bab û Minbicê dike. Ji xwe hewl dide YPG û PYD'ê tevî PKK'ê weke rêxistina terorê bide qebûlkirin. Di dema dawî de jî hêzên li xeta Minbic-Efrîn-Ezazê ne weke hêzên PYD û YPG'ê binav nake. Dibêje 'Em li dijî hêzên PKK û PYD'ê operasyonê dikin'. Li gorî xwe, hêzeke PKK'ê li wir nîşan dide. Bi vî rengî qaşo dixwaze nîşan bide ku li dijî PKK'ê têdikoşe. Ev yek sexte ye, derew e. Li wê derê PKK nîne. Gelê Rojava xwe bi saziyên cuda bi rêxistin kiriye, ev eşkere ye. Hemû ji hêzên azadiyê yên gelê Rojava pêk tê. Tirkiye nikare bi kesî bide bawerkirin ku li Efrînê li dijî PKK'ê şer dike. Nikare kesî bike hevparê êrîşên xwe."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku Heleb, Bab, Minbic û Cerablûs herêmeke tevlîhev e û got, "Nepêkane ku li wê herêmê encamê bi dest bixe û serdest bibe. Dibe ku hin çeperan bi dest bixin, lê zehmet e mayînde bibin. Xuya ye hin peymanên veşartî hatine kirin, gelek hevdîtinên dizî hatine lidarxistin. Dixwaze xwe bispêre vê yekê û bandora xw ya li hundir zêde bike. Ev rewş wê heta kengî bdome, wê çiqasî mayînde be, ev ne diyar e."

SÛRIYEYA BERÊ ÊDÎ QET NEPÊKAN E

Kalkan da zanîn, di dema pêş de wê li Sûriyeyê pêşketin û guhertin rû bidin û anî ziman, hin helwest wê di vê guhertinê de diyarker bin. Kalkan diyar kir, yek ji van helwestan jî helwesta DYA ye û wiha dewam kir: "Piştî mehekê, dibe ku rêveberiya nû ya DYA bi hin polîtîkayên nû derkeve holê. Xuya ye wê hewl bide bi Rûsyayê re li lihevkirineke nû bigere. Eger ev pêk were, wê zerarê bide TC, AKP'ê. Tirkiye û rêveberiya AKP'ê gelekî ji vê ditirsin. Ya duyemîn jî; hin nakokî navbera wan hebin jî Rûsya û Îran hê bi bandor in. Li cihê li hev dikin, bi pêş ve diçin. Rêveberiya Esad xurt kirin. Rêveberiya DYA ya heyî, dibe ku nexwaze rêveberiya Esad tenê ji Îran û Rûsyayê re bihêle û rêveberiya Esad a li ser bingeha vê tifaqê xurt bibe, mûxatab bigire. Di rewşeke bi vî rengî de, pêkane rêveberiya Esad xurtir bibe.

Xuya ye rêveberiya Esad rewşa 'rêveberiyên hilweşandî yên li welatên din ên Ereb' ji ser xwe avêtiye. Bêguman divê mirov vê yekê weke mayîndebûna Beşar Esad an jî ji nû ve avakirina sîstema berê ya Sûriyeyê nenirxînin. Sûriyeya berê êdî nepêkan e. Rêveberiya heyî nikare li ser tevahiya Sûriyeyê serdest be. Mîna berê rêveberiyeke navendî li Sûriyeyê pêk nayê. Zehmet e ku Beşar Esad di nava demeke dirêj de li rêveberiyê be. Lê belê qet nebe, dibe ku hêza wî ya desthilatdariyê ji hev belav nebe. Dibe ku rêveberiyên nû yên ku rêveberiya heyî bidomîne derkevin holê û bi hin lihevkirinan re weke parçeyek ji rêveberiya Sûriyeyê bimînin.

Ya sêyemîn jî, têkoşîn û helwesta Kurdan û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê ye. Ev yek jî wê bandorê li guhertinên di dema pêş de bike. Tirkiye dixwaze herêma Bab û Minbicê bi temamî bi dest bixe, li wê derê bi xwe ve girê bide û bi rêya artêşa xwe kontrol bike. Nepêkan e ku Ereb vê qebûl bikin. DYA jî bi temamî ev yek erê nekiriye. Lewma ev rewş sedemeke şerê navxweyî ye. Ne tenê Kurd, hin hêzên din jî li dijî vê ne. Eger ev hêzên dijber karibin tifaqekê ava bikin, dibe ku eniyeke girîng a şer a li dijî dewleta TC û artêşa Tirk li wê herêmê derkeve holê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku di dema pêş de dibe ku şerekî giran bikeve rojevê û got, "Dibe ku derbên giran li artêşa Tirk bikevin. Artêşa Tirk da dû hin xeyalan û bi bêdengiya DYA û Rûsyayê ket Cerablûsê û li cihekî serwer bû. Lê belê mayîndebûna vê yekê, yan jî berfirehbûna vê qada serweriyê, hêsan nîne. Ez nabêjim wê bi zehmetî ji nav derkeve, dibe ku nikaribe jê derkeve. Tirkiye yekane hêza leşkerî ye ku di nava sînorê Sûriyeyê re derbasî hundir bûye. Eger ew sînoran derbas bibe, hêza xwe ya leşkerî bixe nava axa hinekan, wê demêh in artêş jî dikare sibe hewl bide bikeve nava axa Tirkiyeyê. Wê demê NATO jî wê nikaribe Tirkiyeyê biparêze. Ji ber ku Tirkiye li gorî pîvanên NATO'yê tevnegeriya. NATO xist nava şerekî ku qebûl neke. Weke artêşeke NATO da nava axa Sûriyeyê û li gorî xwe şer dike."

PÊWÎSTE KURD Û EREB LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê BIBIN YEK'

Dûran Kalkan ragihand, dibe ku Tiriye, hêza wê ya leşkerî û çeteyên pê ve girêdayî li herêmê bi bandor xuya dikin, lê belê pêkane rewş berevajî bibe û ev nirxandin kir: "Eger Kurd û hêzên mûxalîf li dijî vê dest bi berxwedanê bikin, gelekî pêkane ku bi ser bikevin. Çawa ku li Helebê rejîm bi pêş ve çû û bandor lê kir, li herêma navbera Efrîn-Helebê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên azadiyê yên Kurd dikarin hîn bi bandor bibin. Ji ber ku artêşa Tirk yekser bi hêza xwe ya hewayî û bejahî kete nava herêmê, ji aliyê qanûnî ve rewşek derket holê, ku bi her awayî şer dikare li dijî vê hêzê bê kirin. Artêşa Tirk li wir ketiye nava şer; her kes dikare li wê herêmê li dijî artêşa Tirk şer bike."

Kalkan da xuyakirin, ku pêkane şerekî karibe desthilatdariya AKP'ê û artêşa Tirk hilweşîne rû bide û got, "Ev pêkan e. Çawa ku AKP bi îlana 'seferberiya milî' ya li dijî Kurdan re Tirkiye li hundir dixe nava felaketê, hewldana pêşveçûnê ji Cerablûsê heta Babê, rê li ber felaketeke duyemîn vedike. Yanî dibe ku çiravek be û Tirkiye di nav de biçike. Lazim e Kurd û Ereb vê bibînin, bibin yek û rewşeke bi vî rengî bînin ser faşîzma AKP-MHP'ê. Ev yek jî erkeke mezin a şoreşgerî û welatparêzî ye."

Kalkan da xuyakirin, ku ji meha Sibatê û pê ve wê li Sûriyeyê polîtîkayên nû bikevin rojevê û got, "Ev polîtîka wê bi kêrî Tirkiyeyê neyên. Tirkiye ji vê ditirse, lewma dilezîne. Lê tirs pêşî li mirinê nagire. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê wê li Cerablûs, Bab, li axa Sûriyeyê têk biçe, ji hev bikeve. Ev dibetî, xurt e."