Jiyana girtiyên Behdînanê di metirsiyê de ye

Rewşa tenduristiyê ya mamoste Bedel Berwarî xirab e, 4 kes ên li girtîgeha Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî lê ne jî bi şewba vîrûsê ketine.

Roja 15’ê Adara 2020’ê Mamoste Bedel Berwarî bi tewanê hewl daye ku xwepêşandan û çalakiyên li bajarê dihok saz bike, ji aliyê asayîşa Dihokê ser bi PDK’ê ve hatibû destgîrkirin. Dadgehê biryar da ku çalakî û karê Mamoste Bedel Berwarî di çarçoveya mafê derbirîn ê azadiya ramanê de ye, lê PDK’ê ev yek red kir û Berwarî neberda.

Çavkaniyeke taybe ji ANF’ê re ragihand ku şeva Çarşemê rewşa tenduristî ya mamoste Bedel Berwarî xirab bûye û ji ser hişê xwe çûye. Heman çavkaniyê anî ziman ku rewşa tenduristî hê baş nebûye.

Di heman demê de Berpirsa Lijneya Karûbarên Civakî ya Parastina Mafên Mirovan Bedirye Îsmaîl Mehmûd li girtîgehê ku serdana rojnameger Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî yên li zindanê kir û şûnde ji bo Dengê Emerîka axivî. Îsmaîl anî ziman ku di rewşeke pir xirab de ne, li girtîgeha lê ne 4 girtî bi vîrûsa korona ketine.