Jinên Ciwan ên Têkoşer li Silêmanî çalakî li dar xistin

Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya kampanya ‘EM DİBÊJİN NA’ de li bajarê Silêmanî û Helebce’yê çend çalakî li darxistin. Çalakî bi rengê nivîsandin li ser dîwaran, belavkirina dirûşim û posteran ve pêkhat.

Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Silêmanî çalakî lidarxistin. Jinên Ciwan li ser dîwaran ‘Ji tecrîdê re na’ ‘Dagirkeriyê birûxîne’ ‘Bimre îxanet’ ‘ji dagirkeriyê re dibêjin na’ nivîsandin.

Li bajarê Helebceyê jî jinên Ciwan çalakî pêkanîn. Jinên Ciwan poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan, her wiha çend gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yên di derbarê dijmin û îxanet û çend mijarên din ê civaka Kurdistanê helawêstin.

Demek beriya niha kampanya ‘EM DIBÊJIN NA’ ji aliyê Jinên Ciwan ên Têkoşer ve hatibû ragihandin, armanca vê kampanyayê hişyarkirina jinan û civakê ya li beramberî mafên jinan e ku bi çend drûşmeyan kar û çalakî pêk tînin. çalakî bi wan dirûşmeyan pêk tên; ‘Ji tecrîdê re na’ ‘ji destdirêjî û şîdeta li ser jinan re na’ ‘ji zewaca pêşwext re na’ û ‘ji dagirkeriyê re na’. Her wiha bi biryarin ku çalakiyên xwe bidomînin.