Ji zilmê reviyan, lê ketin nava lepên hovîtiyê

Koçberên li Deriyê Sînor ê Recim Selîbî di komkujiya 2'ê Gulanê de ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin rizgarkirin, qala wê hovîtiyê kirin.

Li Deriyê Sînor ê Recim Selîbî, ku li başûrê bajarokê Holê ye û li ser sînorê Iraq-Bakurê Sûriyeyê ye, 200 koçberên ji zilma DAIŞ'ê reviyan, di 2'ê Gulanê de careke din bûn armanca êrîşa DAIŞ'ê. Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê êrîş kirin û pitikek 3 mehî jî di nav de 37 jin, zarok, extiyar kuştin, bi dehan jî birîndar kirin. Piştî ku şervanên YPG'ê dest li herêmê werdan, çeteyên DAIŞ'ê hin sivîl dîl girtin û reviyan. Şervanên YPG'ê bi dehan birîndar gihandin nexweşxaneyên li Hesekê.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Kengî êrîş hate kirin, şervanên YPG-YPJ'ê xwe gihandin cihê bûyerê û koçber ji hovîtiya çeteyan rizgar kirin." Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê êrîşa tirsonekî şermezar dikin û destnîşan dikin, ku di vê êrîşê de berpirsyariya dewleta Tirk a faşîst û dewletên herêmê heye. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî dewleta Tirk û hemû hêzên destekê didin terorê, helwestê nîşan bide. Saziyên însanî jî pêwîste bi erka xwe rabin."

YPG: DEWLETA TIRK BERPIRSYAR E

Fermandariya Giştî ya YPG'ê jî li ser mijarê daxuyaniyke weşand û bibîr xist, koçber û penaberên Iraqî yên dixwestin xwe bigihînin Kampa Holê bûne armanca êrîşê. Di daxuyaniya YPG'ê de hate gotin, "Jin, zarok û extiyar jî di nav de bi dehan kes di ve komkujiya hovane de bûn qurban û hin ji koçberan jî hatin revandin. Hêzên me dest li bûyerê werdan û koçber û penaber rizgar kirin. Bi destwerdanê re çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê reviyan. Ev êrîş berhema faşîzma Tirk û barbariya DAIŞ'ê ye. Ev komkujiya DAIŞ'ê di çarçoveya êrîşa dewleta Tirk a li dijî hêzên me de hatiye kirin. Dewleta Tirk a piştgiriyê dide DAIŞ'ê û di şerê me yê dijî DAIŞ'ê de li pêşiya me dibe kelem, berpirsyarê vê komkujiyê ye. Em bang li wijdanê mirovahiyê yê cîhanê dikin ku desteka dewleta Tirk a ji bo terorê bisekinîne."

KOÇBERÊN KU BÛN ARMANCA ÊRÎŞÊ, QALA KOMKUJIYÊ KIRIN

Hin ji koçberên bi birîndarî ji vê komkujiyê rizgar bûn û hê tên dermankirin, ji ANF'ê re axivîn.

Koçberê bi navê Elî Mihemed got, "Serê sibehê  êrîşê me kirin. Em di xew de bûn. Sê kes li ser serê min sekinîn. Yekî ji wan li min da. Ez reviyam nava kon, li pey min hatin û fîşek berdan min. Wê demê min xwe avêt erdê, wek mirî li xwe kir. Li zarokan dan, jin û zarok kuştin. Piştre erebeyên baş ên kampê ji xwe re girtin ji bo bibin. Dema ku YPG hat wan em ji xwe re kirin mertal. Dema ku nikaribûn bi YPG reviyan. Heyva Sor hat alîkariya me kir. Û endamên YPG'ê hatin em anîn nexweşxaneyê."

Koçberê bi navê Beşar jî diyar kir, kuk dema çete hatin, yekser derbasî nav konan bûn û dest bi kuştina însanan kirin. 

Beşar wan kêliyan bi çend hevokan wiha vegot; "Serê sibehê êrîşên me kirin. Ketin nav konan. Bê ku zarok, jin kê dihat ber wan dikuştin. Tenê li konê ez tê de bûm 15 kes hatin kuştin. Hemû jin û zarokbûn. Piştre YPG hat em xilas kirin. Heyva sor hat em anîn nexweşxaneyê." 

Tarik Ebid jî ku ji Iraqê ye wiha axivî; "Dema ku êrîşên me kirin em razî bûn. Kon diqetandin û derbas dibûn. Malbat malbat dikuştin. Di konê me de 30 kes birîndarbûn. Bang li me dikirin digotin, 'kufar, hûn hemû kufar in'. YPG hat em xilas kirin. Û em anîn nexweşxaneyê."

Jina bi navê Fitime ku di êrîşê de hevserê wê jiyana xwe ji dest da got, "Serê sibehê saet 5:00'an de em di xew de bûn. Bi dengê fîşekan em şiyar bûn. Yên gel me bang kir got, 'DAIŞ hat.' Zilamê min reviya derê kon. Pê re fîşek hatin. Hevserê min birîndar bû, birayê zilamê min birîndar bû.  Pitre hevserê min û birayê wî jiyana xwe ji dest dan. Malbata min hemû birîndar in. Heya 15 deqeyan YPG'ê hat û em xilas kirin."