Ji KCK’ê ji bo 1’ê Gulan û têkoşîna hevpar bang

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, 1’ê Gulanê li hemû kedkarên cîhanê pîroz kir.

Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê ku daxuyaniyek nivîskî da got: “Roja 1’ê Gûlanê li kedkar û hemû gelên cîhanê pîroz be. Roja 1’ê Gulan a ku roja yekîtiya kedkaran, piştgirî û têkoşînê ye, bûye nirxê hemû mirovahiya ku di roja me de ji kapitalîzmê, zilm û zextê û ji dewletê dîtiye. Mirovahî wê ji zext, mêtîngerî û zilmê bi nirxên 1’ê Gulanê rizgar bibe.

NIRXÊ HERÎ PIROZ KED E

Di daxuyaniya ku KCK’ê diyar kir têkoşîna bi kedê, yekîtî û piştgiriyê bûyî cejin di aliyê mirovahiyê de bûye xala dawiyê û wiha hate gotin: “Dîtina nirxê herî pîroz a kedê û li tevahî cîhanê weke rojekî cejnê pîrozkirin, ji bo rizgarkirina civak û mirovahiyê, hêzekî mezin a menewî daye avakirin. Rojekî ewqas pîroz ku ji bo kedkar û mirovahiyê 1886’an de ji bo hatî pêşkêşkirin şehîdên kedkarên 1’ê Gûlanê bi minet û rêzgarî bibîr tînin. Wan di sala 1886’an de li Amerîkayê nirxên ku afirandî pêl bi pêl belav kirin, ew nirx kirin para hemû kedarên cîhanê û mirovahiyê.

Têkoşîna kedkaran a li dijî kapitalîzmê ne tenê têkoşîna ji bo wan e; têkoşîna ji bo rizgarkirina hemû mirovahiyê ye. Ji xwe îro 1’ê Gulanê ji bo azadiya hemû mirovahiyê, demokrasî û sosyalîzmê weke roja bilindkirina cejna têkoşînê tê destgirtin.

Kapitalîzim dijminê civakê û mirovahiyê ye. Bi sîstema zext û çewisandinê dijminê mirovahiyê dafirîne û didomîne. 1’ê Gulanê ya ku bûye mîna roja yekîtiya kedkaran, têkoşîn û piştîgiriyê, îro bûye roja cejanhemû mirovahî û têkoşînê. Di vî warî de 1’ê Gûlanê bûye roja têkoşîna hemû mirovahî û civaka ku ji sîstema dewletê û kapitalîzmê ziyan dîtine, ji ber vê yekê divê têkoşîna nirxên 1’ê Gulanê hê zêdetir pêş bikeve û encam bigire.

Îro ne tenê modenîteya kapitalîst, kirîz û kaosa sîsteam dewletê ya 5 hezar sal tê jiyîn. Kapitalîzim a ku ji hemû sîstemên mêtînger û çewisandinê bi sed qad dijminê mirovahiyê ye, kirîzên ku li ser civakê dide kirin êdî hatiye rewşekî ku nikare jê xisas bibe. Di kesayeta kapitalîzmê de dawiya sîstema dewletê ya 5 hezar salan hatiye. Kapitalîzm a ku bi êrîşkirina nirxên civakê û dijminahiya civakê, êrîşên tinekirina mirovahiyê,êdî ne mimkune ku xwe bidomîne. Kapitalîzim a ku hemû nirxan dirizîne, bûye sîstemekî ku li pêşberî wijdana mirovahiyê û hemû nirxên civakê ti meşrûtyeta xwe nemaye û bûye sîstemekî ku êdî ji holê rabe.

KAPÎTALÎZM HILDIWEŞE

Li navendên kapîtalîzmê partiyên lîberal û demokratên sosyal li hemberî kêşeyên civakî neçar dimînin û hilweşin. Ev tişt ne ji ber meylên siyasî ye, tê wateya hilweşandina modernîteya kapîtalîst. Meylên rastgir jî dema tên ser desthilatdariyê ev jî dibe îspata hilweşandina kapîtalîzmê. Desthilatdarên rastgir nikarin kêşeyan çareser bikin.

Dema hemû aliyên civakî yên kedkar û zirar ji dewletparêziyê dîtine, bi giyanê 1’ê Gulanê werin ba hev wê mirovatî ji kapîtalîzmê rizgar bibe û serdema demokrasiya civakî û azadiyê wê awayê herî xurt di dîroka mirovayetiyê de cihê xwe bigire.

Hêzên ku li Rojhilata Navîn têkoşîna şoreşgerî bilind bikin wê bibin pêşengên azadî û demokrasiyê yê mirovayetiyê. Vê xeta azadî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn hemû mirovayetiyê ronî dike. Ji ber vê jî dijminên civak û mirovayetiyê ji Şoreşa Rojava ditirsin.”

DEWLETA TIRK HÊZA DIJBERÎ ŞOREŞÊ YE

KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku:

“Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn bûye nobedarê paşverûtiyê. Sedema ku Erdogan-Bahçelî dixwazin vê rejîmî saz bikin, ji ber rola wan a paşverû ye. Ji ber vê jî têkoşîna li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê wê li Rojhilata Navîn pêşiya rêya jiyana azad û demokratîk veke.”

TÊKOŞÎNA HEVPAR A LIGEL KURDAN WÊ FAŞÎZMÊ TÊK BIBE

Gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê piştî 16’ê Nîsanê bi giyanê 1’ê Gulanê li hemberî Erdogan-Bahçelî têdikoşin. Heke ev gel û kedkar û hêzên demokrasiyê ligel Kurdan têbikoşin wê faşîzm têk biçe. Yekîtiya di giyanê 1’ê Gulanê de geştir bibe wê faşîzm têk biçe û hemû gel wê bi awayekî azad bi hev re bijîn.

Di 1’ê Gulana 2017’an de divê gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê dakevin qadan û li hemberî Erdogan-Bahçelî têbikoşin. Ji ber vê jî em hemû gelan bi giyanê hevgirtin, piştgirî û têkoşînê vedixwînin qadan. 1’ê Gulana 2017’an de divê em ala azadî, demokrasî û sosyalîzmê hildin.

Bijî 1’ê Gulanê, bijî têkoşîna gelan a yekîtî û hevgirtinê.