Ji kabeya berxwedanê jineke bi ruhê serhildanê: Amara

Amara nivişta xwe xistibû stuyê xwe û bi rê ketibû. Destekî xwe li ser nivişta xwe, destek jî li ser dilê xwe, çavên xwe jî li serhildana hezaran salî bû. Ew bi wê serhildanê, bi neheqî û zilma ku li her derê lê rast dihat, mezin bûbû.

Amed; keleha berxwedanê, warê lehengan, bajarê qedîm ê ku gelek vejîn pêk anî. Li ser Amedê gelek tişt hatin gotin, hatin nivîsandin. Gelek tişt bi wê hate vegotin, çi bê nivîsandin û gotin jî tiştek têra vegotina Amedê nake.

Bajarek ku her tim hewl dan wê bêdeng bikin. Çi hate kirin jî nekarî bê bêdengkirin. Bajarek ku bi zarokên xwe heye.

Gelek keç û xortên serhildêr û wêrek mezin kir. Her yek ji wan bû leheng, bû gogek ji agir. Ew jî her tim bi wan keç û xortên xwe serbilind bû.

Bi Nûmanan, Delalan, Arjînan û Leylayan timî serê xwe bilind bû. Gelek zarokên vî bajarî ev mîrateya lehengan mîna niviştekê xistin stuyê xwe û berê xwe dan çiyê. Yek ji wan zarokan jî Amara bû.

Amara nivişta xwe xistibû stuyê xwe û bi rê ketibû. Destekî xwe li ser nivişta xwe, destek jî li ser dilê xwe, çavên xwe jî li serhildana hezaran salî bû. Ew bi wê serhildanê, bi neheqî û zilma ku li her derê lê rast dihat, mezin bûbû.

Niha dema tolhildanê bû. Niha dema wê bû. Diviyabû hilanîna tola dayika xwe ji bîr nekiribûya. Ma ne ji bo vê bi rê ketibû? Bêyî ku li paş xwe binih3ere meşiya, meşiya.

Qet nesekinî, nekarî serhildana di dilê xwe de bisekinîne.

Vê serhildanê ew bir Dersimê, bir bajarekî din ê serhildanê. Li wê derê serhildana xwe mezin kir, têkoşîna xwe mezin kir. Zîlan, Sara, Atakan jî xist nava nivişta xwe.  Her ku ew nas kir, xwe nas kir, bi vî rengî rêwîtiya xwe dewam kir. Amara her lehengek di dilê xwe de neqişand.

Bêrawestan dimeşiya, mîna ku dereng maye û divê bigihêje cihekî. Bi wî dilê xwe yê ciwan dixwest her devera welatê xwe hembêz bike.

Bi agirê tolhildanê yê di dilê xwe de berê xwe da rêyên nû. Wê xwe bigihanda Garê, Metîna, li wir li ber ronahiya agirê PKK'ê, li ber tîna agirê PKK'ê hîn bêhtir xwe nas bikira û di vî agirê şoreşê de bipijiya. Dema ku gihîşt Rojava hovîtiya ku lê rast hat wê ew netirsanda, berevajî wê îradeya wê bikira ji pola. Her ku şer dikir wê siberojên serketinê biafiranda.

Ji bo xwe hîn bêhtir xurt bike berê xwe da dergaha Rêber Apo. Li vê derê Rêbertî û felsefeya wî hîn bêhtir hîn bû. her ku Rêbertî nas kir, welatê xwe, dîroka xwe, xwe nas kir. Zanîbû ku hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran divê di şer de nîşan bide û bi vî rengî dikare encamê werbigire. Ji bo vê jî ji xwe re kir esas ku gotin û çalakiya xwe divê yek be. Amara ji bo vê hewl da û vê carê berê xwe da Xerzanê.

Bi kelecaneke mezin careke din berê xwe da Bakur. Barê xwe vê carê giran bû. Êdî ne ew jin a ciwan bû ku li Bakur nû tevlî bûbû. Mezin bûbû, di nava agirê PKK'ê de pijiya bû. Amara tevlî çalakiyan bû. Di her kêliya jiyana xwe de têkoşiya, qet ranwestiya. Ji bo hêjayî sozên ku dabû bibe bê navber têkoşiya.

Di 27'ê Tîrmehê de nivişta xwe radestî zarokên serhildêr ên Amedê kir. Niha jî Amed ji Amarayên nû re qala lehengiya wê dike.