Li Wanê ku yek ji bajarên rêjeya welidînê herî zêde ye û nifûsa wê mîlyonek e, ji ber 23 pisporên welidînê xizmetê didin, tenduristiya dayik û pitikan bi awayekî cîdî di xeteriyê de ye. Ji bilî vê, rêjeya sezaryen a ku hikûmet mîna polîtîkayek kêmkirina nifûsa Kurdan bi kar tîne, gihiştiye ji sedî 80’an. Tevî ku ji warê tenduristiyê rîsk e jî, ji her 100 jinên ku diçin nexweşxaneyê, 80 heban li bin kêrê radizînin. Ji ber welidîna sezaryanê di ducanîbûyinên din de rîskên mezin tînin, nayê pêşniyarkirin. Sîstema performansê ya ku AKP’ê anî qada tenduristiyê jî di vê de xwedî rolek mezin e. Hevserokê Sendîkaya Tenduristî û Kedkarên Xizmeta Sosyal (SES) ya Şaxa Wanê Cengîz Paycû, sîstema performansê ya ku mafê nexweş û doktoran tê paşguhkirin nirxand û têkîldarî polîtîkayên taybet ên dewletê daxuyanî da.
Paycû, destpêkê hejmara kêm a doktorên li bajêr vegot, hişyarî da ku li bajar ji ber rêjeya welidînê zêde ye, eger tevdîrên zêde neyên girtin dibe ku cihên qeçaxî ji bo welidînê bêne vekirin. Paycû, bal kişand ku li herêmê hejmara pisporên welidînê 50 derbas nekirine û got; “Sedema vê ya esasî jî ew e ku êdî mîna berê doktor vê beşê naxwazin. Ev beşa ku beriya 2004’an ji ber di warê aborî de dahatûya wê hebû bi pûanekî zêde xwendevan digirtin, niha bûye beşeke ku pûanê wê herî kêm.”
Paycû, bal kişand ku li Wanê ji bo her pisporekî welidînê zêdetirî 250 jinan dikeve û got; “Doktor dikare li ewqasî nexweşan binêre an ne? Ji ber vê jî doktor hinekî rehetiya xwe difikire. Her nexweşek barek e. Ji bo doktor tê wê wateyê ku xizmetek baş a tenduristiyê pêşkêş neke. Ji ber vê jî doktorên ku hejmara wan kêm in, bajarên ku rêjeya welidînê zêde ne tercîh dikin. Bi taybet jî dema polîtîkayên neyênî yên ku hikûmet li ser herêma me dimeşîne li ber çavan tên girtin, dema xizmeta mecbûrî bi dawî dibe, doktor bajarê me diterikîne. Ji ber polîtîkayên desthilatdariya heyî, civakek meyila xwe bi tundiyê afirî. Ev bûyerên tundiyê jî doktorên heyî sewqî terikandina herêma me dike.”
Paycû îfade kir ku polîtîkayên tenduristiyê yên hikûmetê her tên guhertin û nexweş mîna kobayan tên bikaranîn û wiha dewam kir; “Rayedarên dewletê dema ji şaşitiyek di qada tenduristiyê de vedigerin, mîna hinên din kirine rexne dikin. Ji ber sîstema performansê, li tevahî Tirkiyeyê rêjeya sezaryanê ji sedî 80 zêde bûye. Li herêma me ev sepanîn didomin. Tevî ku polîtîkaya hikûmetê ya 3 zarokan ne li gor vê ye jî, bi sîstema performansê ev xistin meriyetê. Vê carê jî tevî ku tê gotin wê welidîna asayî bê destekkirin, ji ber dahatûya wê zêde ye doktor berê xwe didin a sezaryen. Ji ber li gor welidîna asayî pereyekî hê zêdetir tê dayîn, bêyî li rastî û şaşiya wê binêrin, sezaryen tê kirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Paycû bang li hikûmetê kir ku demildest dest ji vê polîtîkaya xwe berde û teqwîmeke ku wê welidîna asayî teşwîq bike bişopîne.