‘Ji bo Roboskî edalet, wê edaletê bîne welat’

Malbatên Roboskî yên ji bo lêgerîna edaletê di hefteya 306’an de hatin ba hev, diyar kirin ku eger ji bo Roboskî edalet pêk were, wê ji bo welat jî edalet bê.

Malbatên 34 welatiyên di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ku 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xizmên xwe kom bûn. Malbatên ku pankarta ku wêneyên zarokên xwe li ser û nivîsa “Ji bo Roboskî edalet, bila berpirs bên darezandin” vekirin.

‘LI ROBOSKIYÊ XWENDÎNEDERKETIN ŞERMA MIROVAHIYÊ YE’

Li ser navê malbatên Roboskiyê xuşka Hamza Encû yê jiyana xwe ji dest dabû Bêrîvan Encû axivî û wiha got: “Ev cara 306’an em bang li her kesê dikin.” Encû diyar kir ku xwedînederketina li Roboskiyê şerma mirovahiyê ye. Encû bibîr xist ku sozên ji bo darezandina berpirsan hatibû dayîn ti bi cih nehatiye.

Encû destnîşan kir ku eger ji bo Roboskî edalet pêk were, wê edalet ji bo hemû welat bê. Encû diyar kir ku wê qetlîamê ti car ji bîr nekin.