Ji bo êrîşî Efrînê bikin, amadekariyan dikin

Dewleta Tirk piştî êrîşên Şengal û Qereçoxê amadekariyan dike ku êrîşî Rojava bike.

Dewleta Tirk ji bo ku êrîşî Efrînê bike, amadekariyan dike. Li ser sînorên Kilîs, Dîlok û Hatayê amadekariyan dike. Li Bakurê Helebê jî bi çeteyên ku berê bi El-Kaîdeyê re bûn, amadekariya êrîşan dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê, dewleta Tirk li ser sînorê Efrînê li aliyê Islahiye, Kirikhan û Elbeyliyê cebilxaneyê dide ser hev û hêzên Ehrar Şam, Eniya Şamê û Feylak El Şamê li nêzî Girê Şeh Berekat kom dike yê ku nêzî Keleha Samaanê yê li ser sînorê Şeravayê ye. Li gorî amadekariyan tê xuyakirin ku di rojên pêş de wê êrîşeke nû û giran pêk bê.