BI DÎMEN

'Ji bo civakê bêparastin bihêlin parêzeran digirin'

Serokê ÎHD'ê yê Mêrdînê Parêzer Kûzû diyar kir, parêzerên li Mêrdînê hatine girtin, ji ber karê xwe yê pîşeyî hatine girtin û got, "Dixwazin civakê li pêşberî dewletê bêparastin bihêlin."

Parêzer Seher Acay, Ziya Bagî, Fevzî Adsiz û Mahmût Bîngol ên li Mêrdînê berî 18 rojan hatin binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin. Serokê ÎHD'ê Şaxê Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû girtina parêzeran nirxand û diyar kir, 4 hevalên wan ên parêzer, ku 3 jê rêveberên ÎHD'ê ne, ji ber ku karê xwe yê pîşeyî kirine hatine girtin.

KARÊ WAN Ê PÎŞEYÎ WEKE HINCET HATE NÎŞANDAN

Parêzer Kûzû bibîr xist, hevalên wan ên parêzer ên li Baroya Mêrdînê qeydkirî Seher Acay, Ziya Bagî, Fevzî Adsiz û Mahmût Bîngol, di 21'ê Mijdara 2016'an de bi operasyonekê, bi îdîaya endametiya rêxistinê hatine binçavkirin.

Kûzû da xuyakirin, piştî girtina li binê çavan a 18 rojan, hevalên wan di 8'ê Kanûnê de hatine girtin û şandine Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.

Parêzer Kûzû destnîşan kir, ku ti hinceteke hiqûqî ya girtina parêzeran nîne û got, "Hempîşeyên me, ji ber ku karê xwe yê pîşeyî kirin hatin girtin. Ti zemîneke krîmînal a girtina hempîşeyên me nîne. Tenê ji ber parêzeriyê hatin girtin."

Parêzer Kûzû anî ziman, di dema lêpirsîna parêzeran de tenê dosya û dozên ew dişopînin ji wan hatine pirsîn, lewma girtina wan hiqûqî nîne.

'ÊRÎŞ LI PARASTINÊ Û AKTÎVÎTEYÊN MAFÊN MIROVAN TÊ KIRIN'

Parêzer Kûzû îfadeyên 'şahidên veşartî' êdî li Kurdistanê bûye pêkanîneke klasîk û dadgeriya Tirk vê yekê li dijî hempîşeyên wan bi kar tîne. Parêzer Kûzû armanca bingehîn a girtina parêzeran bi vî rengî vegot: "Armanca van pêkanînên li derveyî mejî û wijdanê ew e, ku nehêlin hevalên me yên parêzer bi karê xwe rabin û dawî li aktîvîteyên mafên mirovan bînin."

Kûzû da zanîn, hewl tê dayîn civak li pêşberî zexta dewletê bêparastin bê hiştin û destnîşan kir, ji bo desteserkirina mafê parastinê, parêzer tên girtin.

'PÊKANÎNA DARBEYÊ'

Parêzer Kûzû ragihand, dosyayên hevalên wan pê hatine girtin, dosyayeke bêbingeh, dûrî ji pîvanên hiqûqa gerdûnî û bê aqliane ye û anî ziman, çi zû çi jî dereng wê rastî derkeve holê.

Parêzer Kûzû da xuyakirin, ku pêkanînên desthilatdariya li Tirkiyeyê ku ne kêmî yên darbeyê ne, bandorê li parêzeran jî dike û got, "Ev lêpirsîn û girtin, yek ji pêkanînên darbeyê ye."