Ji ber protestokirina êrîşên li ser Zînî Wertê 5 kes hatin girtin
Li Wanê bi hinceta ku provokasyona li ser Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê protesto kirin, 2 jê zarok 5 kes hatin girtin.
Li Wanê bi hinceta ku provokasyona li ser Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê protesto kirin, 2 jê zarok 5 kes hatin girtin.
Ciwanên li Taxa Xaçorta Rêya Hevrîşmê ya Wanê di 20’ê Nîsanê de bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Zînî Wertê, provokasyona PDK’ê û şandina bi kargoyê ya cenazeyê Egîd Îpek ê HPG’yî şermezar kiribûn.
Polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kiribûn, 2 jê zarok 5 kes destgîr kiribû. Kesên hatibûn destgîrkirin bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin û ew şandina Girtîgeha Tîpa T a Wanê.