Ji ber ku deng nedan AKP'ê, depoya wan a avê hate bombekirin!

Li gundê Pîrejman ê Pîranê, ji ber ku ti carî deng ji AKP'ê re derneket, bi îdîaya 'alîkarî daye rêxistinê' depoya wan a avêt hate bombekirin. Ji ber vê yekê, gundî diçin kaniyê, ava dixe sîtilan, li ser pişka ker dikin û tînin malên xwe.

Dewleta Tirk bi salan e, bi zanebûn avê li ser gundê Pîrejman ê navçeya Pîran a Amedê dibire. Beriya ku qeyûm bê tayinkirin, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DBP'yî gelek caran hewl da lûleyên sondajê bigihîne heta gund, lê her carê dewletê bi îdîaya 'ewlekariyê' asteng kir. Herî dawî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, ji ber ku ava bir gund hate binçavkirin û tevî hin xebatkarên DÎSKÎ û keya hate girtin.

Gundê Pîrejman, sala 1993'an bi îdîaya 'alîkarî daye rêxistinê' ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin. Dewleta Tirk yekemcar di doza vî gundî de mehkûm bû. Piştî vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gundî di sala 2013'an de li gundê xwe vegeriyan. Lê ti carî nekarî mîna berê jiyana xwe bidomînin.

HEWL DIDE BI TÎNA TERBIYE BIKE

Welatiyên ku piştî 20 salan bi pirsgirêkên bê elektrîk, bê av û pirsgirêkên binesaziyê vegeriyan gundê xwe, ji aliyê dewletê ve hate tecrîdkirin. Ji ber van pirsgirêkan gundî nekarîn bi temamî li gund vegerin. Salê çend mehan tên gundê xwe. Piştî bi sedan serlêdanan, elektrîk hate gund. Lê mijara avê bû mîna êşkenceyê. Bi tîna hewl didin gundiyan terbiye bikin.

DEPOYA AVÊ HATE BOMBEKIRIN

Şaredariyên DBP'yî gelek caran hewl da avê bigihîne gund, lê her carê saziyên dewletê li pêşiya wan bûn asteng. Herî dawî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi sondajê av derxist û bi lûleyan gihand heta gund. Lê belê dewleta Tirk, sala 2015'an dema bombe li Şehîdgeha Şêx Seîd barand, her wiha bombe li lûleyên avê û navenda sondajê jî barand û hilweşand. Dadgeha Tirk, lûleyên avê û navenda sondajê weke 'alîkariya ji bo rêxistinê' bi nav kir û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û keyayê gund roja 30 Cotmeha 2016'an girt. Anli di parastina xwe de anî ziman ku her carê wan hewl dane lûleyên sondajê bigihînin gund, ji bo avê bide gundiyan. Lê dadgehê, gundiyên ku ti carî deng nedane AKP'ê weke 'terorîst' dît.

SÎTILÊN AVÊ LI PIŞTA KER DIKIN Û TÎNIN GUND

Li vî gundî, ku rê xerabe ye û wesayit naçê, timî operasyon tê kirin û derketina derve tê qedexekirin. Gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û gundî ji bo karibin biçin malên xwe, neçar in her roj di kontrola nasnameyê de derbas bibin. Welatiyên ku dewlet zexta koçberiyê li wan dike, bi derfetên xwe ji kaniya li biniya gund avê dixin sîtilan, li pişta kerê dikin û tînin malên xwe. Gundî hewl didin bi vî rengî ava vexwarinê ji bo xwe û sewalên xwe tedarik bikin. Ji ber ku av têra avdanê nakin, bexçeyên gund hişk bûne. Gundî tenê havînê li gund dimînin û piştre jî neçar dimînin biçin bajarên lê hatine sirgûnkirin. Rojnamevanên ku ji bo dîtina pirsgirêkên gund hewl didin biçin gund, bi rengekî kêfî tên astengkirin. Bi gotina "Eger hûn careke din bên vê derê, hûn ê werin girtin" gef li wan tê xwarin.

GUNDÎ: EM Ê SERÎ LI BER ZORDARIYÊ NETEWÎNIN

Gundiyên ku bi salan ji aliyê dewletê ve bi zanebûn bê av tên hiştin, destnîşan dikin ku bi înat wê li gundê bimînin. Gundiyan ragihandin, ku ew bi zordarî ji gund hatine derxistin, îro jî bi heman rengî hewl didin wan ceza bikin û gotin, "Çi dikin bila bikin, em ê ji gund dernekevin. Piştî têkoşîneke demdirêj me elektrîk anîn gund. Îro ava me nîne, lê belê ji kaniya ku me bi xwe vekiriye, em tînin. Çi dibe bila bibe em ê serî li ber zordariyê netewînin."