Ji ber bombardûmanê xisar li gundan bû

Şewata ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 10'ê Tebaxê de li gundên Rençberaxa û Sîda yên Zapê rû da didome.

Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a 10'ê Tebaxê li gundên Rençberaxa û Sîda yên herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê kir zerar gihîşt bax û baxçeyên gundiyan.

Şewata ku li herêmê ji ber bomberdûmana balafirên şer dest pê kir didome. Şêniyên herêmê xwestin şewatê vemirînin lê belê nekarîn.

Şewata li qada Çiyayêreş û Kurnişka yên Zapê jî didome. Ji ber vê şewatê zerar gihîşt bax û baxçeyên gundiyan.