Ji ber bêdengiya wan malbata Şenyaşar helwest dijî pêşengên dînî da
Malbata Şenyaşar ku ji xizmên xwe yên sala 2018'an li Rihayê hatibûn qetilkirin, ji ber bêdengiya wan helwest dijî pêşengên dînî da.
Malbata Şenyaşar ku ji xizmên xwe yên sala 2018'an li Rihayê hatibûn qetilkirin, ji ber bêdengiya wan helwest dijî pêşengên dînî da.
Malbata Şenyaşar di roja 303'an de çalakiya Nobeta Dadê ya li ber avahiya edliyaya Rihayê didomîne.
Malbatê weke her roja çalakiyê vê carê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang li pêşengên dînî kir. Di peyamê de wiha hate gotin:
''Keşê dêra Xiristiyan a Rihayê li ber qêrîna me ya ji bo dadê xwe kerr nekir. Îro li cem me bû. Li ser baweriya xwe ya dînî dia ji me re kir. Ên ku li bara vê zilmê bêdeng in, bila îmana xwe bidin ber pirsan.''