'Îşkenceya li girtîgeha Tîpa D a Amedê gihîşt asta herî bilind'

A.H. ê nû ji girtîgeha Tîpa D a Amedê derket, weke şahidekî îşkenceya li girtîgehê qala hovîtiya dewleta Tirk a li girtiyên siyasî, bi taybetî li girtiyên Kurd dike.

Polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Tirk, ku li Kurdistanê dimeşîne, roj bi roj di asta hovîtiyê de dijwar dibe. Bi dema dawî re îşkenceya li girtiyên siyasî gihîşt asta herî bilind.

Rejîma AKP/Qesrê, ku hiqûqa gerdûnî ji nedîtî ve tê û ji aliyê binpêkirina mafên mirovan ve gelekî zêdegaviyê dike, li girtîgehan jî îşkenceya li girtiyên siyasî dişidîne. Girtîgeheke ku îşkence rojane lê heye, Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Îşkenceya li binê çavan li aliyekî, li mehkûman îşkenceyeke giran tê kirin. Doktorên pêwendîdar jî sonda xwe binê dikin, vê îşkenceyê ji nedîtî ve tên û li ser vê hovîtiyê raporê nadin.

A.H. ê li vê girtîgehê îşkenceya dewletê bi xwe dît û ji ber ewlekariya jiyanê naxwaze navê xwe eşkere bike, qala bûyerên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dît û jiya, kir.

ÎŞKENCEYA DI BINÊ ÇAVAN DE

A.H. bal kişand ser bûyerên di binê çavan de lê hatin kirin û anî ziman, destûr ji wan re nedihat dayîn ku biçin tiwaletê û tevî ku ti delîl tine bû jî gelek mirov bi rojan girtî digirtin. A.H. got, "Piştî teqîna li Amedê, polîsên li qereqola Baglarê îşkence li binçavkiriyan kirin. Hêrsa teqînê ji mirovên li wir derxistin. Em li hucreya yek kesî 7 kes man. Di nava 7 rojan de ne betanî dan, ne jî nivîn. Xwarina dihat dayîn jî gelekî nebaş bû. Wextekê ji ber ku derman di nava xwarina wan de bû, em bi jehrê ketin. Kesên bi jehrê ketin nebirin nexweşxaneyê. Li hucreya kêleka me kesek hebû, gurcika wî dêşiya. Her şevê gelekî dêşiya û dikir qareqar. Ne ew birin nexweşxaneyê, ne jî doktor anîn cem wî."

PÊKANÎNÊN KÊFÎ

A.H. ku piştî biryara girtinê hate dayîn ew birin girtîgehê, lêgerîna bi rengekî tazî lê hate ferzkirin û wiha dewam kir: "Piştî ku polîsan em teslîmî leşkeran kirin, leşker ji bo me radestî gardiyanan bikin, em birin. Lê di rê de sixêf, heqaret, şîdet, zext û pêkanînên kêfî li me kirin. Di bin navê lêgerînê de mirovan tazî dikin. Piştre em teslîmî gardiyanan kirin, lê di heman demê de bi her awayî zext li me kirin. Dema li girtîgehê bûm, gelekî mirov dihatin û diçûn. Mrovên li binê çavan îşkence li wan hatibû kirin, bi rengekî ku bêvil û çenda wan şikestî danîn û bi wî rengî nedigirin doktor. Tevî ku me daxwazanema dinivîsand jî bi mehan nedibirin doktor. Li zîndanê gelek caran av li me dibirî. Di çarçoveya Rewşa Awarte de hemû mafên girtiyan ji wan hatin girtin. Pirtûkên mirovan ji wan hatin standin. Aktîvîteyên sporê hatin astengkirin. Tevî ku malbatan kinc danîn jî rêveberiyê ji wan nedigirt. Mirov neçar diman li kantînên wan bigirin. Carna me dixwest tiştekî ji kantînê bikirin, lê tevî ku hebû jî nedidan. Ji her alî ve zor û zehmetî derdixistin pêşiya me û bi rengekî kêfî tevdigeriyan."

JIYAN DIHERIMANDIN

A.H. anî ziman, ku xwarin mîna ku dixwestin mirovên li wir bikujin çêdikirin û diyar kir, ji xwarinê zêdetir rûn di nav de hebû. A.H. da zanîn, ji bo birçî nemînin wan ew xwarin dişuştin û bi vî rengî dixwazin. A.H. da xuyakirin, ku bi zanebûn ew xwarin dihat çêkirin û ji bo wan bikujin didan wan. A.H. ragihand, tevî ku hewa sar bû, bi ti awayî cihê lê diman nedihat germkirin, tî dihatin hiştin, ava germ nedihat dayîn û got, ava vexwarinê jî li ser wan dibirîn û li her qadê jiyan li wan diherimandin.