Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) 22’yê Kanûnê, raporek belav kiribû, îdîa kiribû ku YBŞ zarokan çekdar dike û jiyana wan dixe talokeyê. Fermandariya Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê diyar kir ku îdîa rastiyê venabêjin û got, “Ev rapor bi mebesta reşkirina YBŞ’ê ye.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “YBŞ hêzeke wiha ye ku ji jin û mêrên ciwan ên Êzîdî ava bûye û mafê Êzîdiyan diparêze. Avabûna YBŞ’ê di nav civakê de baweriyeke mezin ava kiribû. Lê hin derdor ji vê geşedanê aciz in. Dixwazin ku YBŞ’ê li ber çavê dinyayê reş bikin. Ji bo vê jî têkildarî YBŞ’ê nirxandinên dûrî rastiyê dikin. Ev rapora ku hatî weşandin alîgir e, rêxistineke wiha nikare bi alîgirî nêzîk bibe. Em vê qebûl nakin. Ji ber ku endamên YBŞ’ê di ser 18 saliya xwe re ne û bi ti awayî qebûl nake ku zarokan bişîne nav şer.”
'YBŞ MÎSOGERIYA JIYANÊ YA ZAROKÊN ÊZÎDÎ YE’
Di daxuyaniyê de behsa giringiya YBŞ’ê ya ji bo zarokên Êzîdî hate kirin û wiha hate gotin:
“YBŞ di nav şert û mercên pir dijwar û giran de ava bû, bû mîsogeriya jiyana zarokên Êzîdî. Em jî vê dipirsin; dema ku bi hezaran zarokên me li rêyan, ji têhna mirin ev rêxistin li kû bûn? Dema ku YBŞ’ê ji bo bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji destê DAIŞ’ê rizgar bike û xaka xwe azad bike şehîd didan, ev rêxistin li kû bû? Niha îdîayên ne rast dikin û dixwazin bi van îdîayan YBŞ’ê reş bikin.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girtiyên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de û bi berdewamî hate gotin, “welatê me di bin dagirkeriya çeteyan de ye. Bi hezaran zarokên me di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî ne. Îro yê ku li dijî DAIŞ’ê şer dike û dixwaze dîlgirtiyan azad bike YBŞ ye. Ev rêxistin li şûna ku bibin alîkar ji wan kesan re ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin, ji antî-propagandayên alîgirên DAIŞ’ê re dibine alav û amûr.”
‘ÊN KU DITIRSIN ÊZÎDÎ BIBIN XWEDAN VÎN, VAN ÎDÎAYAN BELAV DIKIN’
Fermandariya YBŞ’ê di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha got:
“Em weke YBŞ’ê bi mebesta ku zarok bi azadî di siberojê de bijîn şer dikin, têdikoşin. Îdîayên wiha dûrî rastiyê ne. Em bang li wan hêzan dikin, nebin parçeyek ji derdorên ku ne xwedî niyeteke baş in. Hêzên ku naxwazin ti caran Êzîdî bibin xwedan vîn, li ser hêzên Êzîdî raporan girêdidin û belav dikin. Hin kes ji bo berjwendiyên xwe û ji bo hinek pere bi siberoja gelê me dilîzin.
‘BILA WERIN ENIYA ŞER’
Em bang li rêxistina HRW’ê dikin ku werin eniya şer; bila li mewziyên me bigerin û şervanên me bi çavên xwe bibînin. Beriya ku raporên wiha girêbidin, bila pêşî werin û rastiyan bi çavê xwe bibînin. Ji Şengalê heta bi sînorên Rojava em li eniyê ne û em bi dijmin re şer dikin. Em rêxistina HRW’ê weke mêvanê xwe vedixwînin, bila werin bibînin bê ka şervanên me kî ne, çawa ne, çend salî ne. Em hêza xwe ji gelê xwe distînin û gelê Êzîdî li hêza xwe xwedî derdikeve. Ji ber ku em mafdar in.”