Hunermendên Kurd ji bo yekîtiyê bang kirin

Platforma Hunermendên Kurdistanê bang kir ku pirsgirêka li Zînî Wertê rû daye bi rêya diyalogê bê çareserkirin û ji hêzên Kurdistanî xwest ku li gorî berjewendiyên neteweyî bi berpirsyarî tevbigerin.

Li dijî rageşiya ku li Zînî Wertê rû da, Platforma Hunermendên Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ji bo yekîtiya neteweyî bang kir.

Banga platformê wiha ye:

"Herkes dizane ku dewleta tirk a dagirker, bi konseptek berfireh, şerê qirkirina gelê kurd birêve dibe. Li çar beşên welatê me, li hember destkeftiyên gelê Kurd şerekî piralî û di her qadê de, di nava seferberiyek tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd de, bi hemû hêza xwe a leşkerî, siyasî, îstixbaratî, aborî, dîplomasî û hwd dimeşîne. Ev rastiya ji xwe re weke armanca şerê hebûn û nebunê feraset pejirandî.

Di 2014 de, yekane helwesta neteweyî ku, berxwedana  Kobaniyê, Şengalê, Kerkûkê, Xaniqînê, Maxmur û gelek deveran, ango pêşketina helwest û giyanê netewî!, hêvî û omîdek mezin ji gelê me re avakiribû. Lê gelekî mixabin, hêz û partiyên me, ji ber berjewendiyên xwe ên (hizbî) û bandorên hêzên serdest, ew fersend ji dest revandin, her wiha nirxandin û xwendina paşeroja 'cenga sêyemîn' li Rojhilata Navîn bi xemxawerî ya neteweyî nêzîk nebûn e!...

Dagirkirina Efrînê, Grê Sipî, Serêkaniyê û gelek deverên stratejîk li başûrê Kurdistanê bêguman ev hemû encama tunebuna yekrêzî û tifaqa hêzên Kurd e!.

Di vî şerê bi mebesta tunekirina destkeftî û îradeya gelê Kurd de, dewleta tirk a dagirker, ji ber tunebuna yekrêzî, tifaq û şêwra yekîtiya netewî a hêzên Kurdistanî saz nebû ye, di vî şerê qirkirinê de, li ser gelê me, gav bi gav êrîş, komkujî, guhertinên demografî û koçberî pêk tîne.

Di konsepta şerî de, gav bi gav dorpêçkirina hêza Kurdan a leşkerî (çi Gerilayên azadiya kurdistan be, çi Peşmergeyên Kurdistan be)  heye. Bi hevkariya hêzên hagomonîk ên navneteweyî, her wiha, bi plan û dek û dolabên dagirkeran, hewil didin ku careke dinê di navbera hêzên Kurdî de, şerê navxweyî û birakujiyê pêk bînin!.

Ji aliyekî de, li başûrê welêt, geşedanên êrîşên DAÎŞ'ê roj bi roj li ser herêmê dijwartir dibin, ji aliyê din ve jî ji bo xeniqandina Şoreşa Rojava, êrîş û planên li ser destkeftiyên kurdan li başûrê welêt, bi rêjîma sêdara komara Îslamiya êranê re, di nava siyaset û planên qirêj de, amedekariyên dorpêçkirin û têkbirina îrade û destkeftiyên kurdan dikin!.

Tevî ku başûrê welatê me, xwedî fermiyeta desthilatdarî û serweriyê ye, bargehên leşkerî ên dewleta dagirker, hem li Başûr hem jî li Rojava, her wiha di bin navê şîrket û saziyên karmendan de, liv û tevgera sîxorî û îstixbarata Tirk, bi her şêwazî amedekariyên têkbirina destketiyên gelê me dikin. Têkbirina 'hêzek Kurd bi destê hêzek Kurd' xem û xeyala dewleta Tirk û Îranê ye.

Aloziya di navbera hêzên Kurdî de, berjewendiya dewleta Tirk û Îranê ya stratejîk e.

Ev demeke, li Devera Zînî Wertê (Başûrê Kurdista)  aloziya ku rû daye, bûye cihê metirsîn û fikara gelê me. Em weke Hunermendên Kurdistanî, di nava xemxwerî û fikaran de ne, em dibêjin: gelo dîsa 'şerê birakujî' çêbibe?! Em naxwezin bawer bikin, lê xem û metirsiyên civaka Kurd heroj bêhtir dibin!...

Em weke hunermendên ji çar beşên Kurdistanê, ji berî 6 heyvan em bi hekeftinekê rabûn, bo yekrêzî û hevgirtina neteweyî, em hîn jî di van hewildan û xebatên xwe de bi biryar in û pêdiviya vê helkeftinê bo yekîtiya netewî girîng dibînin. Eger çendî ji ber şewba virûsa Korona, rewşa awarte ya cîhanî dijîne hebe jî, em ranewestîne. Emê  livbazî û çalakiya yekîtiya neteweyî, berdewam bikin.

Em êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser wargeha Maxmurê şermezar dikin ku ji ber vê êrîşê welatiyê sîvîl şehîd bûne.

Ji bo çareserkirina aloziya li devera Zînî Wertê, em banga lezgîn li hikumeta xwe, li parlamenta xwe û hemû rayedarên serwer dikin, em banga partiyên PDK, PKK, YEKÎTÎ dikin; bi berpirsiyarî, li ser bingeha berjewendiyên neteweyî tevbigerin, pirsgirêkên rûdayî bi diyalog û şêwira hemdemî çareser bikin.

Her wiha, banga me ji bo hemû partî û hêzên Kurdistanî, mudexeleya çareserkirina pirsgirêkan bikin û di çareserkirin aloziyan de, bi erka xwe rabin.

Dîsa banga me ji bo hemû ronakbîr, zaniyar, rûsipî û aqilmendên civakê heye ku, destwerdan û mudexeleya çareserkirina aloyiyan bikin!

Hêviya me heye ku, hemu sazî, dezgeh, çapemeniya Kurd û hêzên navbihurtî, kesayet û saziyên civaka medenî, bi çalakiya lezgîn destwerdana mijarê bikin. Ev banga me,  weke banga hest û vîna gelê me pêşwazî bikin."