HPG: Li Lêlîkanê 6 leşkerên dijmin hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku 19'ê Nîsanê li herêma Xakurkê li artêşa Tirk a dagirker dane û di encamê de herî kêm 6 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên gerîla û bombardûmana dewleta Tirk a dagirker agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 19'ê Nîsanê saet di 15:15'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek li dar xistin. Ji cihekî nêz derbên giran li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin. Di çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin, kamerayeke mobese hate îmhakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê şev bi helîkopterên Skorsky û Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên xwe yên hewayî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kirin. Di vê çarçoveyê de;

17'ê Nîsanê saet di 10:00 de balafirên şer bombe li derdora gundê Dêrikê yê li qada Meyroke ya herêma Garê û qada Mamreşo ya herêma Avaşînê barandin.

20'ê Nîsanê (îro) saet di navbera 04:30 û 05:30 de balafirên şer bombe li Girê Zergelê û derdora gundê Bêpalan ê herêma Qendîlê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."