HPG: Li Heftanînê herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li Xantûrê li dagirkeran dan. Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 20'ê Adara 2021'ê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Sûîkastê çalakiyeke serketî kirin. Bi rêbaza sabotajê li dijî komeke dagirker a tevdigeriya çalakiyek hate lidarxistin. Piştî vê çalakiyê 2 dagirker hatin cezakirin û gelek birîndar bûn.

15'ê Tîrmeha 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de hevrêyê me Serhat Siyajin şehîd bû.

Hevrêyê me Serhat li Agiriyê li nava malbateke dilsozê kevneşopiya xwe ya civakî û welatparêz ji dayik bû û bi çanda welatparêziyê mezin bû. Li dijî kiryarên asîmîlasyonê yên ku dewleta Tirk a qirker li ser gelê Kurd ferz dike her tim li ber xwe da, li ber siyaseta qirkirinê rabû. Di dema xwendina zanîngehê de sîstema modernîteya kapıtalîst û sîstema dewleta Tirk a faşîst ku ciwanên Kurd ji rastiya wan dûr dixîne ji nêz ve nas kir. Têgihişt ku îdeolojî û felsefeya jiyana azad a Apoyî li dijî sîstema kapîtalîst û rejîma dewleta Tirk yekane doktrîna têkoşînê û rastiya jiyana azad e. Li pêşberî rastiya gel ku hebûna xwe tê înkarkirin, zimanê xwe qedexe bûye, mafê xwe yê gotinê nehatiye hiştin û kiryarên li derveyî mirovahiyê ya siyaseta qirkirinê lê tê ferzkirin, hevrêyê me Serhat bi gotina 'Di atmosferekê de ku ti wateya gotinê nîne, tevlîbûna li nava PKK'ê wezîfeyeke exlaqî ye' tevgeriya. Hevrêyê me Serhat têgihişt ku yekane cihê bicihanîna berpirsyariyên civakî û dîrokî çiyayên Kurdistanê ye û bi vê têgihiştinê sala 2012'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Hevrêyê me Serhat di meşa gerîla de timî bi pêş ve çû, ji bo dawîanîna li dagirkeriya dewleta Tirk û şikandina siyaseta qirkirinê, bi rengekî awarte têkoşiya û kedeke mezin da. Ked û tevlîbûna xwe gihand asta herî bilind û bi vî rengî mîsyona fedayî ya Apoyî da ser milê xwe. Li gelek herêmên cuda gelek wezîfe bi cih anî û mîna polayê li nava êgir tê xurtikrin bi ruhê fedayî yê Apoyî hemû zor û zehmetî veguherand serketinê. Wezîfe û berpirsyariyên xwe bi sekna fedayî ya Apoyî bi cih anî.

Berxwedana şehîdên me yên leheng ku bi ked û ruhê fedayî yê bê dawî meşandin û radestî me kirin, em soz didin ku em ê bi serketinê tacîdar bikin û di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd, sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Serhat Siyajin
Nav paşnav: Ahmet Acar
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zeynep-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tîrmeha 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê