HPG: Li Gabarê yek jê payebilind 3 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku 28'ê Adarê li herêma Gabarê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û di encamê de yek jê fermandarê yekîneyê 3 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker 28'ê Adara 2021'ê roja salvegera şehadeta fermandarê me yê mezin hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) li cihê ku lê şehîd bû li herêma Gabarê dest bi operasyoneke berfireh kir. Hêzên me ev dagirkerên derketin operasyonê xistin bin kontrola xwe û cihê yekîneyeke dagirker tespît kirin. Hêzên me li dijî vê yekîneya dagirker çalakî li dar xistin û ji cihekî nêz ve derb li dijmin xistin. Artêşa Tirk ragihand ku tenê yek ji wan hatiye kuştin, lê belê ev agahî nerast e. Di encama vê çalakiyê de yek jê fermandarê payebilind ê vê yekîneya dagirker bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin û neçar man ku 31'ê Adarê xwe ji herêmê vekişînin. Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarê me yê mezin hevrê Egîd hate lidarxistin."